MÛŞ – Li Mûşê piştî mitînga HDP’ê polîsan mudaxeleyî girseyê kir û gellek kes binçav kirin.
HDP’ê li Mûşê mitîng li dar xist. Piştî axaftinên di mitîngê de hatin kirin mitîng bi dawî bû. Girse bi berzkirina dirûşman belav bû. Polîsan mudaxeleyî girseyê kir. Di mudaxeleyê de gellek welatî hatin binçavkirin. Polîsan bi hêceta dirûşmên “Leyla Guven rûmeta me ye”, “Bijî berxwedana zîndanan” mudaxeleyî girseyê kir.
Kesên hatin binçavkirin birin Emniyeta Mûşê.