Sakik: Weleh û bileh hûnê têk biçin
Buldan: Di mitînga Erdogan de Mûşî tune bûn

img

MÛŞ – HDP’ê li Mûşê mitîng li dar xist. Namzetê Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik bersiv da Erdogan û got: “Ez ji vê axê naçim. Weleh û bileh wê ev gel bersiva we bide.” Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî di mitîngê de got: “Her kesî dirûstiyê dît. Di mitînga Erdogan de welatiyek ji Mûşê tune bû, însanan ji Xarpêt, Baybûrt û Erzînganê anîbûn.” 

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û nûnerên partiyên îtîfaqa HDP’ê yên li gel wê beşdarî mitînga Mûşê bûn. Mitîng li Qada Şaredariyê hat lidarixistin. Namzetên HDP’ê yên Mûşê Sirri Sakik û Sîbel Genç û namzetên hevşaredariyên navçeyan beşdar bûn. Bi hezaran kes beşdarî mitîngê bûn û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zîndanan”, “Leyla Guven rûmet me ye” û “Mûş Ya Me Ye” berz kirin. 
 
Namzet derketin ser dikê û gel silav kirin. Piştî axaftina kurt a Namzeta Hevşaredariyê Sîbel Genç, Sirri Sakik axivî. 
 
Sakik da zanîn ku divê gelê Mûşê bersiva her baş di sindoqan de bide îktîdara wan a 18 salan û şaredartiya wan a 15 salan. Sakik got ev 30 sal in temenê wî bi têkoşîndayînê derbas bû û her tim berê wan li çeperek têkoşînê bû û ew rojek jî ji fermana partiya xwe derneketine. 
 
‘EZ SIYASETMEDAREK JI TE KEVNARTIRIM’ 
 
Sakik bal kişand ser mitînga Serokkomar Erdogan a li Mûşê û got. “Birêz Serokkomar hat vir jî û li Agiriyê jî heta ku gotina neavêt min mitînga xwe li dar nexist. Ez ji we siyasetmedarek kevnartir im. Ez jî û Erdogan jî di hilbijartina 91’ê de namzetên wekîliyê bûn. Ez li Mûşê û ew li Stenbolê bû. Ez bi serketin lê ew bi ser neket. Ez ewladê vî gelê qedir bilindim. Binêrin ez bi gotina ‘Birêz’ xîtabî we dikim. Lê hûn bi zimanekî tûj bi ser me ve tên. Hemû gelê Agiriyê şahide e ku me li Agiriyê şaredariyek herî baş kir û me deynê şaredariya te paqij kir.” 
 
‘HEMÛYAN MIL DANE MILÊ HEV Û JI BO AKP’Ê DIXEBITIN’ 
 
Sakik diyar kir ku AKP ji çar aliyên Tirkiyeyê xelkê dibin mitîngên xwe û wiha got: “We hemûyan dît ku ji derveyî bajêr çawa xelkê anîbûn mitîngên xwe ya Mûşê. Waliyê bajêr û midurê perwerdehiyê hemû xwendekaran birin mitîngê û ez bawerim di bin baranê de şil bûn û nexweş ketin. Ez li vir bangî walî dikim, ma gelo zarokên te jî nînin? Walî, midurê emniyetê, polîs, esker û midurên saziyên dewletê dest dane destên hev û ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin. Weleh û bileh wê ev gel di 31’ê Adarê de bersiva we bide û bi ser bikeve.” 
 
WE HEMÛ ÇOLÊN ME ZIWA KIRIN 
 
Sakik wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dibe hûn bi seferên mezin werin vî bajarî, lê hûnê bi ser nekevin. Serkeftin a vî gelî ye. We hemû çol û çolîstanên me ziwa kirin û we çandiniyê û sewalkariyê qedand. Herî dawî jî Fabrîkaya Şeker firotin. Gelê Mûşê gellek feqîr e. AKP’ê ji bilî feqîrî û tunekirinê tiştek ji bo gel nekir. 
 
GAVEK JÎ JI VIR NAVÊJIM 
 
Serokkomar dibêje ‘wê dev ji vir berde here.’ Birêz Serokkomar viya baş bizanibe ez ji vir gavek jî navêjim. Weleh min soz daye gelê xwe ku ez ê ji ser vê axa pîroz gavek jî şûn ve neçim.”  
 
‘HIKUMET KERR Û KOR E’ 
 
Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît jî derket ser dikê axivî û got: “: Hemû gelê me Mûşê, jinên hêja û dayikên hêja hûn bi ser çavan re hatin. Ev çi dîmenek xweşike Mûş nîşanî me dide. Îro roja 140’emîn e hevala me Leyla Guven di greva birçîbûnê de li ber xwe dide. Ji bo tesîskirina aştî û demokrasiya welat bedena xwe daye birçîbûn. 140 roj e bang li Wezareta Dadê dike û dibêje ‘Em vê tecrîda li Îmraliyê rakin û dawî li şer bînin.’ Lê hikumeta AKP’ê û Wezîrek Dadê kerr û kor li hember vê daxwaza mafdar û rewa û însanî bêdeng sekinîne. Ji ber ku daxwza Leylayê û hevalên wê nayê qebûlkirin, li girtîgehê însanan jiyana xwe ji dest da. Heke ev daxwaz bihata qebûlkirin belkî îro ew girtî li jiyanê bûna. Lê mixabin em bi rastiya hikumetek ku sê meymûn diliyeze re rû bi rû mane. Hezar silav ji berxwedêr û têkoşeran re.
 
QEY MIROV DIBÊJE PERE JI BERÎKA BAVÊ WAN DERDIKEVE
 
 Xizmetkirina ji bo gel hewcehiyek îktîdarê û şaredariyê ye. Hûn bi pereyê gelê me xizmetê dikin. Qey mirov dibêje pereyê pê xizmet dikin ji berîka bavê wan derdikeve. Ew pere ne yê we ne. Yê gel e. Însanan bi feqîriyê re rû bi rû hiştine. Êdî însan ji ber feqîriyê nikarin bijîn û neçarin koçî metropolan dikin. Ma gelo xizmet û îstîhdam ne mafê gelê Mûşê ye. Hemû esnaf û dikandar û însan bi hev de digirîn û gazinan dikin. Însan bêhêvî ne. Sedemê vê bêhêviyê jî AKP ye.”  
 
GULMEZ: GELÊ KURD TUNE DIHESIBÎNIN 
 
Ji Partiya Însan û Azadiyê Menîcan Gulmez jî wiha axivî: “Silavê Xwedê li ser we hemûyan be. Di dîrokê de her tim gelê kurd hatiye mexdûrkirin. Ji aliyê tirk, ereb û farisan ve gelê kurd hatiye tune hesibandin. Gelê kurd jî wek her netewê xwedî her mafî ye. 
 
Partiyên pergalê me bi dîn xapandin. Gelê kurd wek ku civakek ku ji dîn dûr be lanse dikin. Lê însan ji gelê kurd hînî dîn û îslamê bûne. Em ew netewin ku ewilî îslamiyetê qebûl kiriye. Em wek gelê kurd dîn ji tekela we re bernadin. Em bi reng û dengên xwe li vir in. 
 
WÊ BI LEHIYA ÎTÎFAQA ME RE BIÇIN
 
Êdî dem dema yekîtiya gelê kurd e. Em bi îtîfaqa xwe bersiva herî xurt bidin. Hûnê li ber lehiya îtîfaqa me bi Bahçelî re bi lehiyê re biçin. Em milletek bi rûmet in û serê me her tim bilind e. Em dibêjin hemû komkujiyên kurdan û Şêx Seîd û Dersim rûyê we yê reş e. Wê hêz, îtîfaq, tank û topên we têra îtîfaqa me nekin. Wê gelê kurd ji heqê we derkeve. Rakin qeyûmên xwe û bicihimin ji van deran biçin.”  
 
‘GEL DIKIN DIJMINÊ HEV’ 
 
Hevseroka Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan jî got: “Em hemû berxwedêrên greva birçîbînê yên li dijî tecrîdê silav dikin. Qey mirov dibêje ev ne hilbijartinek herêmî ye. Vê hilbijartinê kirine hilbijartinek cudakarî û gel bikin dijminê hev. Wê ev hilbijartinê bibe hilbijartina lêdawîanîna AKP’ê. Wê AKP’ê li ser vê axê bireve û biçe. Em ê hemû bi hev re di 31’ê Adarê de bersiva herî xurt bidin hemû polîtîkayên AKP’ê û şerê wan ê heyî.”  
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî herî dawî derket ser dikê û xîtabî gel kir.
 
‘ÇAV Û GUHÊ HER KESÎ LI SER HDP’Ê YE’ 
 
Axaftina Buldan wiha ye: 
Silav û rêz gelê me hêja û dayikên me yên qedirbilind. 
 
Êdî em mitîngên xwe yên dawî pêk tînin. Li her deverê em bi coş, hêvî û kelecanê re hevrû mane. Vê hêvî û biryardariya we hêz dide me. Çimkî HDP her cihê ku diçê hêvî, wêrekî, biryardariyê, aştiyê û hezkirina welat dibe wir. Îro li Mûşê jî heman biryardarî û hêvî û wêrekî heye. Çav û guhê her kesî li ser HDP’ê ye. Çimkî em tekane partiya ku siberoja welat difikirin e. Çimkî em ne diz in û derewan nakin. Em malê kesî û pereyên tu kesî nadizin. Çimkî em edalet, aştî, hiqûqî, jiyanek demokratîk û siyasetek demorkatîk difikirin. Em jin, ciwan, gelê xwe û siberoja vî welatî difikirin. 
 
FABRÎKAYAN NEFIROŞE BIÇE QESRÊ BIFIROŞ E
 
Du roj berê li vê Meydanê diyar bû ka kî baweriyê dide an nade. Erdogan du roj berê mitîng li dar xist. Her kes dît ku rastiya mitîngên wan çawa ye. Gelê Mûşê neanîn vir. Ji Erzîngan, Baybûrt, Xarpêt û gellek bajarên din însanan anîn vir. Îro tenê li vir Mûşî hene. Serokkomar axivî û derewan kir û Xarpêtiyan, Baybûrtiyan û Erzînganiyan lê guhdar kir. Li Mûş û Agiriyê li Sirri Sakik pirsî. Her cihê ku diçê li Sirri Sakik dipirse. Çimkî dizane ku Sirri Sakik biçe ku wê bi ser bikeve. Ewqas ku tu bi Sirri Sakik re eleqadar dibî bi pirsgirêkên gelê Mûşê re eleqedar bibî wê pirsgirêk nemînin. Lê Erdogan li gelê Mûşê, pirsigirêkên kedkar, karker, jin û esnafên Mûşê nepirsî. Mûş di hundirê feqîriyê de perîşan kiriye. Tu xizmet ji Mûşê re nehatiye kirin. Hemû kolan û rêyên wê di nava heriyê de hiştine. Deşata Mûşê anîne wî halî ku sewalkarî û çandiniyê qedandin. Cotkar dema êvarê diçe malê nikare nan bibe malê. Fabrîkaya şekir û şîr firotin. Karkerên fabrîkayê ji kar derxistin û bêkar man. Li şûna ku tu fabrîkayan difiroşî biçe Qesra xwe bifiroşe. 
 
Heke ku tu qesrê bifiroşî. Tenê ne Mûş wê tevahiya gelê Trikiyeyê bibe xwedî kar. Îktîdarek tenê zarok û malbata xwe difikire heye. Gelê Mûşê nafikirin. Êdî dawiya îktîdarek ku tenê xwe difikire hatiye û wê gelê me bersiva herî baş di 31’ê Adarê de bide wan. 
 
ÇENTEYÊ JI BETANIYÊ REWŞA MÛŞÊ RAXIST BER ÇAVAN
 
Li Mûşê malbatekê ji zarokê xwe yê xwendekar re betaniye dirût û kir çente. Vî çenteyê ji betaniyê rewşa feqîriya Mûşê raxist ber çavan. Êdî wê gelê Mûşê di 31’ê Adarê de dersek wisa bide wan ku wê li pey xwe nefetilin û biçin. Gellek caran serokwezîr û wezîrên wan hatin vir û wadên xizmetê dan. Lê tu wadên xwe pêk neanîn. Hûn li gorî van wadên ku dane û bicih neanîne bi zanebûn tercîha xwe ya 31’ê Adarê bikin. Ji bo guhertin û xweşiya Mûşê tercîha xwe bikin. Mûş bajarek pirr rengîn e û bi pirr çandiya xwe tê nasîn. 
 
Dixwazin li vir jî dubendiyê bikin û însanan bînin beramberî hev. Dixwazin kurd, tirk, tirkmen û terekemeyan bikin dijminên hev. Dixwazin elewî û sûniyan bikin dijminên hev. Lê em ê destûr nedin van polîtîkayên wan û bi aştiyane û aramî bi hev re bijîn. 
 
TU WADEK NEMAYA ÊRÎŞÎ ME DIKE
 
Êdî wadek ku AKP bide gel nemaye. Tenê heqaret li HDP’ê dike û îftîraya diavêjin me. Tiştek di destê wan de nemaye. Her roj eşkere heqaret li HDP’ê dikin. Ji bilî gotinên ku dibêjin ‘HDP bêdîn û bîman e di devê wan de nemaye.’ Em bêdîn, bêîman, bêbawerî û terorîst nînin. Ya ku vî welatî dabeş dike zîhniyeta we ye. Ne hed û mafê tu kesî ye heqaretê li HDP’ê bike û HDP’ê terorîze bike. Li gel van gotinên xwe jî behsa edalet û hiqûqê dikin. Her kes dizane ku li vî welatî hiqûq, edalet û demokrasî nemaye. Heke îro demokrasî hebûya wê hemû parlamenter û şaredarên me ne girtibûna. Wê qeyûm tayînî şaredariyên me nehatina kirin. 
 
BÊHURMETIYÊ LI HEMBER YASAYAN DIKIN 
 
Heke edalet hebûya wê Leyla Guven û bi hezaran girtî hevalên me bedena xwe nedana ber birçîbûnê. Ewqas însan ji bo aştî, demokrasî û hiqûqê û edaletê û ji bo tecrîd rabe bedena xwe dane ber birçîbûnê. Wezareta Dadê û rayedar bi hiqûq û yasayên xwe re ketine nav nakokiyê. Bêhurmiyetê li hember yasayan dikin. Mafê herî sereke yê Birêz Ocalan e ku dikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. 
 
QAŞO DÎNDAR IN LÊ NAHÊLIN EM CENAZEYAN VEŞÊRIN 
 
Ew kesên ku ji me re dibêjin ‘bêdîn û bêîman’, nahêlin em cenazeyê xwe veşêrin. Bi destê polîsan bêyî ku wecîbeyên olî bînin cih dibin vedêşirin. Yên ku behsa dîn û îmanê dikin nêzîkatiya wan li hember cenaze û dîn ewqas e û ev e. Cenazeyan bi beşdariya çend kesan dibin defin dikin. Vê yekê ne em û ne jî Xweda qebûl dike. Wê Xwedê vî hesabî ji we bixwaze. 
 
DEMA AKP BIÇE WÊ PIRSGIRÊK JÎ BIQEDIN 
 
Heke AKP bikeve wê dolar jî bikeve û krîz jî ji holê rabe. Hemû pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û yên din bi AKP’ê re hatin. Dema ew biçin wê ev hemû pirsgirêk jî bi wan re biçin û wê li ser vê axê pirsgirêk nemînin. 
 
Yê ku qedera Mûşê biguherîne gelê me ye. Em li benda we ne ku hûn di 31’ê Adarê de tercîhek rast bikin. Serkeftin Ya Me Ye. Mûş Ya Me Ye.” 
 
Piştî axaftinê Buldan û heyeta pêre ji bo beşdarî mitîngê bibin derbasî Bedlîsê bûn. 
 
 

Sernavên din

29/03/2019
11:37 Xelfetiyan dest bi amadekariyên 4’ê Nîsanê kirin
11:33 Demîrtaş bang kir: Li her derê em hêza xwe bidin nîşandan
11:10 Buldan: Wê encama hilbijartinê ji bo AKP’ê bibe hûsran
11:01 Xizmên girtiyên Wezareta Dadê hevdîtinê bi wan re nake: Emê dîsan werin
10:25 Temellî: Hilbijêrên me li Amedê jî û li Stenbolê jî wê bi heman hestî biçin dengdayînê
10:15 Bîlîcî: Berpirsiyarê grevê CHP ye
10:01 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Me bi awayekê manewî tecrîd şikandiye
10:00 Dayika Sêvê Demîr Guven ziyaret kir: Em ji mirinê têr bûn, bila edalet were
09:28 Leyla Guven 142 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:28 Girtiyê 104 rojin di grevê deye: Ne ji bo me, ji bo xwe li ber xwe bidin
09:27 Namzetên HDP'ê yên Sêrtê: Ji bo pêşeroja xwe em biçin ser sindoqan
09:27 HDP, hewl dide li Artûklûyê bi ferqeke mezin bi ser bikeve
09:26 Ji ber 'Sirûda Îstiklalê' nexwend hat derbkirin
09:26 Ji ber krîza aborî karê rûxandinê yên li Heskîfê hat rawestandin!
09:25 'Kovar û rojnameyan nadin girtiyan'
09:24 Malbatên girtiyan bang kirin: Dengê xwe bilind bikin, bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
09:24 Endama DÎK'ê Hatîce Kavran: Li gor îslamê revandina cenazeyan zilm e
09:23 MalbataYildirim a 80 roj in di grevê de ye: Daxwaza çalakgeran qebûl bikin
09:21 Çewligî: Em guherînê dixwazin
09:20 Ay ê AKP'î: Wê stratejiya krîmînalîzekirina muxalifan bi ser nekeve
09:19 Namzetên HDP'ê yên Kanîreşê: Em ê bi hev re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2019'AN
28/03/2019
17:05 ‘Avahiya edaletê heye lê wezîrê wê nîne’
16:40 Li Pirxûsê banga xwedî derketina dengan hat kirin
16:33 Li Xerpêtê jinek rojnameger mirî hat dîtin
16:33 Hevserokê SES’ê: Ji bo mirin pêk neyên gav biavêjin
16:17 Temellî li Sûrê bi gel re hatin gelhev: Emê kavil dewr bigirin
16:03 Buldan: Nexweşxane heye lê bijîşk tune
15:47 MHP’iyan êrîşê wesayîta anonsê ya HDP’ê kir
15:30 'Heta edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyeyê jî’
15:22 Hevberdevka HDK’ê Kiliç: Ji bo ku hûn zilmê li me bikin me deriyên Milazgirê venekirine
15:21 'Em ê li cem siyaseta azadiyê diparêze cih bigirin’
14:46 Dadgehê xwest wekîla berê Leyla Bîrlîk bê îadekirin
14:41 ÎHD'ê beriya hilbijartinê rapora îhlalan aşkere kir
14:41 Hilbijêrên bitevger ketin rê: Em diçin qeyûman bişînin qesrê
14:35 ‘Biryara dadgehê ya ji bo Guven hewldana cînayetê ye’
14:12 KESK’ê binçavkirin û girtin şermezar kirin
13:42 Namzetan banga beşdariya mitînga fînalê ya Amedê kirin
13:36 Pekoz: Werin em bi dengên xwe bi Tifaqa Komarê bidin winda kirin
13:17 Daxwaza malbatan a bi Wezareta Dadê re dîsa hat redkirin
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat dîtin
12:51 Dersim ji 31’ê Adarê re amade ye
12:31 Parêzerên Ocalan cara 802'an serledana hevdîtinê kirin
12:21 'Em dibin banê HDP’ê de kom bibin û xwedî Hewag derkevin’
12:19 HDP: Li 14 bajaran sindoqên 96 hezar hilbijêran guhestin
11:39 15 kesên ji ber hilgirtina ala KJA hatin darizandin beraet kirin
11:32 Ji bo doza Hamzaoglu biryara bêrayedariyê hat dayîn
11:14 Namzetên HDP’ê yên Amedê protokola zelaliyê îmze kirin
11:09 HDP’ê bang Îdiriyan kir: Dengek jî pir girînge
11:09 'Wê hilbijartin bibe dengê grevên birçîbûnê'
11:03 Şaredariya Wanê mesrefên mitînga Erdogan da
10:42 Bulbul: Em ê bi eşqa Xizir li Dersimê bi ser bikevin
10:27 Li 4 navçeyan operasyona leşkerî: Bi ser malan de girtin, şikeftên dîrokî rûxandin
10:26 Komîsyona Hilbijêrên Livdar bang li hilbijêrên Şirnexê kir
10:25 SAMER: Kurd dikarin li Enqere, Stenbol û Mêrsînê encamê biguherin
10:07 Kerestecioglu: 31'ê Adarê dikare deriyê demokrasiyê veke
09:56 Qeymeqamê Elkê welatî tehdît kirin û ji AKP’ê re deng xwestin
09:45 Muteahîdên Mêrdînê, li CÎMER'ê giliyê rêveberiya qeyûm kirin
09:42 Erkiliç ku çalakiya xwe li malê didomîne: Ez ê heta dawiyê bidomînim
09:41 Namzetên HDP'ê yên Manîsayê ji bo sindoqan bang kirin: Wê her deng rê li ber me bixe
09:39 Hevberdevka DÎK'ê Kaya: Wê mirovahî bi şermê vê îktîdarê bi bîr bîne
09:26 Dadgeha Îstinafê doza Mizrak û Ata xera kir
09:25 Yek ji şaredarên ewil ên siyaseta kurd Ercan: HDP, heqîqet e
09:25 Cezayê dîsîplînê li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:24 Li Cirnê Reş, qeyûm hewl dide roja hilbijartinê hîlekariyê bike!
09:23 ‘Em bang hemû kesan dikin, bêdeng nemînin’
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2019'AN
08:45 Leyla Guven li dijî tecrîdê 141 rojin têdikoşe
27/03/2019
18:24 Pinar Aydinlar hat berdan
17:04 Piştî mitîngê polîsan mudaxele kir û welatî binçav kirin
17:01 Di Doza Nisêbînê ya hat cihêkirin de kesek hat berdan
16:59 Xelkê Wanê peyama xwe da: 14-0
16:33 Sakik: Weleh û bileh hûnê têk biçin
Buldan: Di mitînga Erdogan de Mûşî tune bûn
16:30 HDP’ê li Meletî, Hewag û Xelfetî tax ziyaret kirin
16:14 6 sal û 3 meh ceza dan rojnameger Ozer
16:09 Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Tecrîd mirin e bila mirin bi dawî bibe
15:48 Hunermend Pinar Aydinlar hat binçavkirin
15:33 ÎHD: Daxwazên zarokan rêz kirin
15:25 Xizmên girtiyan li ser Wezareta Dadê radiwestin
14:43 Platforma Demokrasî ya Êlihê: Tecrîdê rakin
14:39 Eskeran destûr nedan xizmên Medya Çinar ji bo sersaxiyê biçin gund
14:22 Temellî ji Bismilê bang kir: Em 31'ê Adarê diçin ser sindoqan
14:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî bêdengiya heyî dan
13:46 TJA: Dê têkoşîna me ya şikandina tecrîdê dewam bike
13:41 Dadgehê biryar da ku Leyla Guven bi zorê bibin danişînê
13:36 Kesên di cenazeyê Medya Çinar de hatibûn binçavkirin hatin derpkirin
13:31 Oluç ji bo AKP-MHP’ê got: Em hemû heqaretên we li ew vedigerînin
12:53 Malbatên girtiyan: Dem tune bi lez daxwazên girtiyan pêk bînin
12:00 Li Bursayê 5 kes girtin û li Mêrdînê 10 kes binçav kirin
11:59 Saziyên civakî yên Wanê bang kirin: Tecrîdê rakin
11:49 Dadgehê rojnameger Akdenîz hem berat kir û hem jî ceza kir
11:04 Hinceta YSK’ê ya veguhestina sindoqan: Di 1986’an de pankart vekir, welatiyan berdan hespan
11:00 HDP hilbijêran dibe heremên wan: Dengek wê çarenûsê biguherîne
10:28 Li Êlihê gel li dijî tecrîdê meş li dar xist in
10:14 ‘Heta tecrîd bi dawî bibe emê çalakiyan bidomînin'
10:04 Ozer: Berpirsiyariya rawestandina mirinan aîdî rayedarên Tirkiyeyê ye
10:02 Turgay: Mafê her kesî heye ku cenazeyê xwe li gorî çanda xwe defin bikin
09:39 Ji bo 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin bang li malbatan kir
09:38 Rewşenbîran bang li hikûmetê kir: Peywira xw ebi cih bîne
09:37 Mele Abdulbarî Tiryakî: Pêkanîna wecîbeyên olî yên cenazeyan peywira tevahiya civakê ye