DERSÎM - Danişîna doza Rojnaemger û nûçegîhanê Evrenselê Kemal Ozer li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dersîmê hat dîtin. Heyeta dadgehê bi sucdariya “Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Ozer birî.
Danişîna doza Rojnaemger û nûçegîhanê Evrenselê Kemal Ozer ku bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dersîmê hat dîtin. Danişîna ku Ozer tev lê nebû, parêzerên Ozer li salonê amade bûn. Parêzeran diyar kirin ku Ozer rojnameger e û sucdariya der barê Ozer de ne rast e û îdîayên der barê Ozer de red kirin. Piştî parastinê Heyeta dadgehê bi sucdariya “Endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Ozer birî.
Kemal Ozer, di 4'ê Îlona 2017'an de li navçeya Qislê li nakteya lêgerînê hatibû rawestandin û hatibû binçavkirin. Ozer, piştî 16 mehan girtî ma, danişîna berê hatibû berdan û serbest dihat darizandin.