ENQERE - Daxwaza malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de yên ji Stenbolê hatin û xwest hevdîtinê bi Wezareta Dadê re bikin, nehat qebûl kirin. Malbat ji bo daxwazên xwe ragihînin li ber avahiya Wezareta Dadê radiwestin.
Xizmên girtiyên di grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dene, hatin Enqerê û xwest bi rayedarên Wazareta Dadê re hevdîtin bikin. Daxwaza 8 malbatên girtiyên çalakger ên ji Stenbolê hatin, bi hinceta rendevû negirtine, hat redkirin.
Xizmên girtiyan, di heman demê de xwestin dosyeya derbarê grevên birçîbûnê de amadekiribûn, bidin wezaretê, lê dosye jî nehat qebûlkiirin. Xizmên girtiyan li ser Wezareta Dadê rawestiyan e.