ÊLIH - Ji pêkhateyên Platforma Demokrasî ya Êlihê Hevserokê Şaxa SES’ê yê Êlihê Denîz Topkan, xwest ku pêkanînên li dijî qanûnên Tirkiyeyê bi dawî bên anîn û got: “Divê desthilatdariya siyasî, demildest bi berpirsiyarî tevbigere û dawî li tecrîda li girtîgehan bîne.”
Pevparên Platforma Demokrasî ya Êlihê, derbarê grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin, li Baroya Êlihê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Devran Yildiz, di civîna Parlementerê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî jî beşdar bû de, axivî û wiha got: “Em sersaxî ji malbatên xizmên xwe din zindanan de winda kirin re dixwazin. Ji bo ku mirin bi dawî bibe, em bang dikin ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.”
‘DIVÊ DAXWAZ BÊN QEBÛL KIRIN’
Hevserokê Şaxa SES’ê yê Êlihê Denîz Topkan, piştî Yildiz axivî û got: “Tunehesibandina muxatabên pirsgirêka gelê Kurd, pêşiya pêvajoya demokrasiyê girtiye. Ev demek dirêje grevên birçîbûnê de berdewam dikin. Ji ber vê nexweşiyên daîmî di çalakgeran de rû dane. Ger ev pêvajo wisan dema bike, dê mirin çêbin. Em naxwazin êdî cenaze ji girtîgehan derkevin û nexweşiyên daîmî di girtiyan de rû bibin.”
Topkan, da zanîn ku ji bo kesên di grevên birçîbûnê de bijîn, divê ev pirsgirêk bê çareser kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku tecrîdê rakin. Divê bijîşkên serbixwe biçin girtîgehan û rewşa girtiyan bişopînin. Em dixwazin demildest daxwazên girtiyan bên qebûl kirin.”