AMED - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin daxwazên zarokên xwe yên digreva birçîbûnê dene û bertek nîşanî bêddengiya heyî dan.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan, derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dikin de, li Avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Endama Dayika Aştiyê Nezahet Teke, di civînê de axivî û bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyên di grevên birçîbûnê dene.
Teke, diyar kir ku ew jî dixwazin dest bi greva birçîbûnê bikin lê girtî destûrê nadin û wiha domand: "Madem ew ê mirinek çê bibe bila em bimirin ne zarokên me. Zarokên me dibêjin em ê heta dawiyê li berxwe bidin. Êdî bes e. Dinyayê çavên xwe û guhên xwe girtiye. Ji girtîgehan 4 cenaze derketin. Çima çareseriyek nayê dîtin. Suleyman Soylu derbarê zarokên me de dibêje "Ew bi xwe teslîmî me bûn. Li hundur hevalên wan ew kuştin". Ev gotinan çareseriyê nîne. Madem tu ewqas baş e çima tu çareseriyekê nabîne? Ne rast e. Bila tu kes bi hestên dayikan nelîze. Yên ku zilmê dikin û çareseriyê nabînin bila ji laçikên serê me fedî bikin."
'ÊDÎ BIZANIBIN KU EMÊ PIŞTA ZAROKÊN XWE BERNEDIN’
Piştre endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nurten Gul axivî û got:"Li derve ne aramî ne jî tenduristiya me maye. Medyay tirkan tiştên ku tên jiyîn nade. Ji ber ku em ne AKP'yî ne dengê me nadin bihîstin? Çawa kezeba dayikan dişewite bila ya wan jî bişewite. Emine Erdogan zarokê xwe di qesr û qonaxan de mezin dike. Çi zarokên me dixwazin? Heta ku tecrîd bi dawî nebe zarokên me dê dev ji greva birçîbûnê bernedin. Em ê jî heta dawiyê li pişta zarokên xwe bin. Vê yekê bizanibin êdî."
‘ÇIM EVQAS BÊDENGÎ?’
Herî dawî Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Raife Ozbek jî got:"Êdî bes e, ji bo vê pirsgirêkê çareseriyê bibînin. Parlamenterên Kurd ên di nava AKP'ê de qey fedî nakin? Çima hemû kes evqas bêdeng in. Ev 4 meh in parlamenterek derneketiye û behsa greva birçîbûnê nekirine. Ma mirovatiya we wiha ye?"
Piştî Ozbek, daxuyanî bi dirûşma, “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.