MÊRDÎN - Mehmet Zekî Akgul û Îbrahîm Oner ên ji bo cenazeyê Medya Çinar a ji bo şermezarkirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anî bigirin, li ber nexweşxanê kom bûn û hatin binçavkirin, ji aliyê polîsan ve hatin derpkirin. Kesên rastî lêdana polîsan hatin, dê serlêdana sûc bikin.
Bi sedan kesên ji bo cenazeyê Medya Çinar a ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di 25’ê Adarê de dawî li jiyana xwa anî bigirin kom bûn, rastî mudaxileyî komek polîs hatibûn. Di mudaxileya li ber morga nexweşxanê hat kirin de Mehet Zekî Akgûl û Îbrahîm Oner hatibûn binçavkirin. Piştî her du kesan îfade dan Midûriyeta Polîsan hatin berdan. Lê hat dîtin ku her du kes ji aliyê polîsan ve hatine derp kirin. Li ser pişta Oner şopên derbê û birîn hebûn. Li ser difina Akgul birîn hebû û ber çavê jî şîn û reş bûye. Akgul û Oner derbarê bûyerê de rapora derbê girtin û bi navbeynkariya parêzerên xwe dê serlêdana sûc bikin.
'EM RASTÎ HEQARET Û TUNDIYÊ HATIN'
Akgul, derbarê îşkenceya polîsan bi wan kirin de axivî û wiha got: “Binçavkirina me ne hiqûqî bû. Polîsan piştî em binçavkirin, li otobusa polîsan siwar kirin. Di otobusê de em rastî heqaretên rûmet şikandinê hatin. Dîsan tundî li me kirin.”
'BI ERDÊ RE DIRÊJ KIRIN, BI JOPAN Û KULMAN LI ME XISTIN’
Oner jî, da zanîn ku ji bo cenaze bigirin û defin bikin li wê derê kom bûn û wiha axivî: “Tu armanca me ya em provokasyonê bikin tune bû. Me tenê xwest em cezane bigirin û defin bikin. Lê polîsên li wê derê hatin heqaret û dijûn ji me re kirin. Me jî bersiv da wan. Li ser vê yekê em binçavkirin. Bi dijminantî nêzî me bûn. Li ber kamerayan wisan li me kirin. Em avêtin wesayîtê û destê me paşve kelepçe kirin. Em bi erdê re dirêj kirin. Bi jopan, kulman, pehîn û çongên xwe li me xistin. Em derp kirin.”
Oner, destnîşan kir ku wan bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin û dê serlêdana sûc bikin. Oner bertek nîşanî vê helwesta polîsan da û got heta berpirsbên cezakirin, ewê têkoşîna xwe bidomînin.
MA / Ahmet Kanbal - Bêrîvan Altan