AMED – Der barê rojnameger Lezgîn Akdenîz ku heta 22 sal cezayê hepsê dihat xwestin ji sûcê “endamtiya rêxistinê” hat beratkirin û ji “propaganda rêxistinê” salek û 3 meh cezayê hepsê bi awayê taloqkirî lê hat birîn.
Rojnameger Lezgîn Akdenîz jî di operasyona 9’ê cotmeha 2018’an de bi siyasetmedaran re li Amedê hatibû binçavkirin. Der barê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Lezgîn Akdenîz de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê kiriye” doz hat vekirin. Danişîna doza ewil a Akdenîz li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.
‘BEYANÊ ŞAHIDÊ NEPEN NE RAST IN’
Rojnameger Akdenîz û parêzerê wî Resûl Tamur di danişînê de amade bûn. Piştî xwendina îdanameyê Akdenîz parastina xwe kir. Akdenîz diyar kir ku ew ne endamê PKK’ê ye û tu nasnavê wî nînin. Akdenîz anî ziman ku beyanên şahidê nepen ne rast in û berevajî îfadeya şahidê nepen tu carî derneketiye derveyî welat. Akdenîz facebooka di idanameyê de cih digire aîdî wî ye û hin nûçeyan ecibandiye û ji ber ew rojnamegere ecibandiye û armanca wî ne ew bûye ku “propaganda rêxistinê” bike. Akdenîz got ew tewanbariya di îdanameyê de qebûl nake û xwest bê beratkirin.
‘DI BIN ÎFADEYAN DE ÎMZE NÎNE’
Parêzer Resûl Tamur jî destnîşan kir ku di bin îfadeyên şahidên nepen de tu îmze nînin û şahidê nepen der barê hemû rojnamegerên di vê lêpirsînê de wek hev beyanên xwe eşkere kiriye. Tamur da zanîn ku ecibandinên di medya civakî de jî nabe sûcê propagandayê û ji ber miwekîlê wî rojnameger e ecibandinan kiriye û xwest miwekîlê wî ji her du sucan jî bê beratkirin.
DOZGER HEM BERAT KIR HEM JÎ CEZA XWEST
Dozger mutalaya xwe eşkere kir û xwest Akdenîz ji sûcê “propgandaya rêxistinê” bê cezakirin û ji sûcê “endamtiya rêxistinê” jî ji ber delîlên teqez û bibawer nînin xwest Akdenîz bê beratkirin.
CEZA DA Û TALOG KIR
Heyeta dadgehê ji sûcê “endamtiya rêxistinê” Akdenîz berat kir û bi hêceta ecibandinên facebookê jî bi îdaya “propaganda rêxistinê kiriye” salek û 3 meh cezayê taloqkirî yê 5 salan li Akdenîz birî.
JI ÎDANAMEYA NÎV RÛPELÎ 22 SAL CEZA
Ji bo Akdenîz nîv rûpel îdaname hatibû amadekirin. Heyeta dadgehê jî sûcdariyê dispart beyanên şahidê nepen ê bi nasnav Ezel. Bi îdaya Akdenîz “li ser hev propagandaya rêxistinê kiriye" ji îdanameya nîv rûpelî heta 22 salan cezayê hepsê dihat xwestin.