STENBOL – Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ji bo hilbijêran bibe herêmên wan ket tevgerê û HDP’ê got: “Em dibêjin bi dengekî çarenûsa hilbijartinê were guhertin. Em dixwazin hemû hilbijêrên me îradeya xwe nîşan bidin.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ji Stenbolê heta Qers û Îdirê bênavber xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam dike. HDP xebatên ku hilbijêrên xwe bibe ser sindoqan jî birêve dibe. HDP ji bo hilbijêran xwe bibe ser sindoqan ketiye nav tevgerê. Komîsyona HDP’ê ya Hilbijêrên Livkar ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê ji bajarên cuda hilbijêran dibin bajarên wan. HDP wê heqê rêya hilbijêran bide.
Komîsyoan Hilbijêr a Livkar a Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê jî diyar kir ku heta niha 2 hezar û 500 kes serî li wan de ye ku bibin herêmên wan û xwestin welatiyên serî li wan nedane jî li ser hejmara telefona 0212 297 72 54 an jî bi rêya istanbulhareketli@gmail.com xwe bigihînin wan.
WÊ HILBIJÊRAN BIBIN 170 CIHÊN CUDA
Berdevkê Komîsyonê Mehmet Uçar anî ziman ku wan ji çileya 2018’an ve dest xebata xwe kiriye û got: “Em ê ji navenda 20 bajar û navçeyan hilbijêran bibin 170 cihên cuda. Hedefa me ev e.”
WÊ DI 28 Û 29’Ê ADARÊ DE RAKIRINA HILBIJÊRAN DEST PÊ BIKE
Uçar da zanîn ku ew ê birina hilbijêrên herêma Marmamaryê li ser rêxistina HDP’ê ya Stenbolê pêk bînin û ji bo birina hilbêjran du roj amade kirine. Uçar diyar kir ku roja ewil wê di 28’ê Adarê de hilbijêran bibin Bedlîs, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêdîn, Şirnex û Wanê û roja duyemîn yanî di 29’ê Adarê de jî hilbijêran bibin Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlîg, Amed, Xarpêt, Erzirom, Mêrsîn, Mûş, Sêrt, Riha û Dersimê. Uçar destnîşan kir ku ew ê hilbijêrên wan ên li herêma 2’yemîn û 3’yemîn ên Stenbolê saet di 13.00’an de ji Qada Bazarê ya Bakirkoyê rakin û hilbijêrên li herêma 1’emîn a Stenbolê jî ê saet di 15.00’an de li istasyona metroyê ya li Tavşantepeya Pendîkê rakin. Uçar diyar kir ku ew ê roja 30’ê Adarê jî ji Konyayê hilbijêran bibin herêmên wan. Uçar got hilbijêrên ew bibin herêmê wan ên bixwazin bi wan re vegerin dê roja 1’ê Nîsanê dîsa bibin bajarên lê dimînin.
‘BELÊ DENGEK ÇARENÛSA HILBIJARTINÊ DIGUHERÎNE’
Uçar bang li hilbijêrên livkar kir û got: “Carna hilbijêr dibêjin ‘Wê bi dengekî biuhere gelo.’ Belê em jî dibêjin teqez wê bi dengekî çarenûsa hilbijartinê were guhertin. Em dixwazin hemû hilbijêrên me îradeya xwe nîşan bidin.”
MA / Ferhat Çelîk