ÊLIH – Li du taxên Êlihê bi sedan kes hatin gel hev û bi armanca desteka greva birçîbûnê û tecrîdê protesto bikin di demên hemwext de meş hatin lidarxistin.
Rêxistinê HDP’ê û DBP’ê yên Êlihê bi boneya tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û ji bo piştevaniya greva birçîbûnê li taxên Baglar û Petrolkentê meşên hemwext li dar xist. Bi sedan welatî beşdarî meşan bû.
Di meşa li Taxa Baglarê ya ji Parka Zozanê dest pê kir welatiyan wêneyên Zulkuf Gezen, Ugur Şakar, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar yên li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn hildan û pankarta “Tecrîdê rakin bila mirin rawestin” hildan. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û Bijî berxwedanan zîndanan” berz kirin. Di meşa ku jin û ciwanan pêşengî dikir de welatî jî derketin şaneşîn û şibakeyên malên xwe û destek dan meşê.
'DI HERIKÎNA RONDIKÊN ÇAVAN DE SÛCÊ ME HEYE’
Meş li ber buroya hilbijartinê ya HDP’ê ya taxa Baglarê bi dawî bû. Piştî meşê Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehemt Ruştu Tiryakî daxuyanî da û got: “Îktîdara siyasî li dijî gelê kurd dijminiyê dike. Di vê serdema em tê de ne tinekirina me dixwazin. Binêhirin ji ber neçareserkirina daxwazan, însan dawî li jiyana xwe tînin. Em wek wekîlên vî gelî ji ber ku me nikaribû van mirinan rawestînin û di herikandina rondikên çavan de sûcê me jî heye. Lê heke em hemû bi hev re hestiyar bin û têkoşînê bikin, ew guh û çavên qîrîna aştiyê nabihîzîn û nabînin em ê dikaribin vekin.”
LI PETROLKENTÊ MEŞALE HATIN PÊXISTIN
Li buroya hilbijartinê ya Taxa Petrolkentê jî bi sedan welatî li hev kom bûn û heta Parka Mehmet Sîncar li dijî tecrîdê meş li dar xistin. Welatiyan di meşa Petrolkentê de jî pankarta “Tecrîdê rakin bila mirin werin rawestandin” vekirin û meşaleyan pêxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz û Dayikên Aştiyê beşdarî meşê bûn. Welatiyan bê navber dirûşmên “Bijî berxwedanan zîndanan”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Piştî daxuyaniya kurt a parlamenter Îpekyuz çalakî bi dawî bû.