AMED - Endamê Meclîsa Şaredariya Eyyûbiyê ya Rihayê Abdulkadîr Tutal ku li Girtigeha tîpa T-1 a Rihayê dimîne, 27 rojin di greva birçîbûnê de ye. Tutal, anî ziman ku heta tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe wê çalakiya xwe berdewam bikin.
Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê mijdara 2018'an de dest pêkir, hem li hundir û hem li derve belav dibe û berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 140 roj in didome. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî bi armanca tecrîdê şermezar bikin û tecrîd bi dawî bibe di greva birçîbûnê de ne. Rayedarên hikûmet û dewletê li hemberî daxwazên girtiyan û çalakgeran bêdeng in. Endamê Meclîsa Şaredariya Eyyûbiyê ya Rihayê Abdulkadîr Tutal ku li Girtigeha tîpa T-1 a Rihayê dimîne, 27 rojin di greva birçîbûnê de ye. Tutal, anî ziman ku heta tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe wê çalakiya xwe berdewam bikin. Tutal, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Ji bo em bê hiqûqî û polîtîkayên tecrîda heyî şermezar bikin em ji 1'ê Adarê ve ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Tecrîda li Îmraliyê di şexsê Ocalan de li dijî azadî û heviyê hemû jin, ciwan, zarok û gelan pêk tê. Terîdkirina Ocalan li dijî pêşeroja aramî, aştî û azadiya gelan e. Helwesta Birêz Leyla Guven ji bo me pusula ye."
ÇALAKÎ DÊ BIDOME
Tutal, anî ziman ku li dijî tecrîdê 5 hevalên wan dawî li jiyana xwe anîne û wiha got: “Şehadeta van hevalan bandorek mezin li ser me kiriye. Em soz didin wan ku em bi dil û canê xwe şopdarê doza wan bin û têkoşîna wan mezin bikin. Em ê bi dil û canê xwe li mîrata wan xwedî derkevin. Heta tu tecrîdkirina Birêz Ocalan bidome çalakiya me jî wê bidome. Em slavên xwe yên herî şoreşgerî ji hevrêyên xwe yên li Başûrê Kurdistan, Ewropa, Rojava û li zindanên Kurdistanê di çalakiyê de ne re dişînin. Em serkeftinê ji wan re dixwazin. Serkeftin dawiya dawî ya me ye. An serkeftin an serkeftin”