AMED - Mele Abdulbarî Tiryakî, diyar kir ku astengkirina wecîbeyên olî yên cenazeyan bêhurmetî ye û got: "Pêxember Muhammed piştî Şerê Bedirê bêhurmetiya li hember cenazeyan qedexe kiriye. Şeytanê ku tim dixwaze mirovan ji rê derxîne jî dev ji miriyan berdaye."
Li herêmê, nexasim di dema qedexeyên derketina derve yên piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an hatin îlankirin de kesên jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan an nedan malbatan an jî bi mehan li morgan hatin sekinandin an jî li goristanên bêkesan hatin veşartin. Her wiha cenazeyên HPG'iyên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan jî li herêmên operasyonê hatin hiştin.
265 CENAZE HÎN JÎ TÊN SEKINANDIN
Her wiha di 19'ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê ji Goristana Xerzanê 265 cenaze hatin derxistin û birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Malbatan ji bo cenazeyên xwe bigirin serlêdan pêk anîn, lê belê hîn jî cenaze nedane malbatan.
HEMAN PÊKANÎN
Heman pêkanîn ji bo cenazeyê Zulkuf Gezen, Ayten Becet, Zehra Saglam û Medya Çinar ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan prostesto bikin dawî li jiyana xwe anîn, jî ketin dewrê. Polîsan cenazeyên her çar girtiyan ji ji girtîgehan derxistin û revandin û bêyî wecîbeyên olî pêk bên bi darê zorê ew dan veşartin.
Miftiyê teqawidbûyî Mele Abdulbarî Tirakî, diyar kir ku ji bo Xwedê Teala, nefsa xwe û gelê xwe alema îslamê berpirsiyar e û ji bo cenazeyan berpissiyariya misilmanan heye. Tiryakî ku got "Xelîfeyê Îslamê Omer Bîn Abdulazîz gotiye 'Eger li Çemê Dîcleyê gur berxan bixwinî berpirsiyar vê yekê ez im' got: "Xelîfeyê îslamê xwe wekî berpirsiyar dibîne. Kî dibe bila bibe, kesên berpisiyar divê berpirsiyara xwe bi cih bînin."
‘ŞEYTAN JÎ DEV JI MIRIYAN BER DIDE'
Tiryakî, anî ziman ku piştî Şerê Bedirê Hz. Muhammed bêhurmetiya li hember cenazeyan qedexe kiriye û got: "Hikmê îslamê ev e. Şeytanê ku tim dixwaze mirovan ji rê derxîne jî dev ji miriyan berdaye. Lê di bin navê îslamiyetê de misilman dijminatiya hev dikin."
Tiryakî, bilêv kir ku ji bo pêkanîna wecîbeyên olî yên cenazeyan berpisiyarî ya hemû civakê ye û got: "Ev farz-î kîfaye ye. Niha pêkanînan wecîbeyên olî yên kesên li girtîgehan dawî li jiyana xwe tînin tê astengkirin. Li her derî ji bo pêkanîna wecîbeyên olî, berpirsiyarî ya tevahiya civakê ye. Kesên pêkanîna wecîbeyên olî asteng dikin, gunahan dikin."
‘BÊDENGÎ HEVKARÎ YE'
Tiryakî, destnîşan kir ku di îslamiyetê de cihê van pêkanînan tune ye û got: "Ên vî tiştî dikin dibêjin em bi emrê dewletê dikin. vê neheqiyê hem li me hem li xwe dikin. Wê ev gotin di hizûra Xwedê de neyên jibîrkirin. Her wiha li hemberî van pêkanînan divê bêdengiya dostên me jî neyê jibîrkirin. Divê gelê me bêdeng nemîne. Em van pêkanînan qebûl nakin. Kî bêdeng bimîne, hevkarê vî sûcî ye."