WAN - Li Gîrtigeha Amasyayê yek ji girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye Kadîr Kaplan e. Kaplan ji 15 saliya xwe ve girtîgehê de ye û 27 roj in di greva birçîbûnê de ye. Kaplan got: "Em bibiryar in, moralê me xurt e û em ê bi ser bikevin."
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê ji girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, yek jê jî Kadîr Kaplanê 42 salî ye. Kaplan, di sala 1992'yan di pîrozbahiya Newroza Wanê de hatiye binçavkirin û di 15 saliya xwe de hatiye girtin. Kaplanê ku 27 sal in girtiye heta niha di gelek girtîgehan de maye.
'DAXWAZA WAN DAXWAZA ME YE'
Bavê wî Mehmet Kaplan, diyar kir ku kurê wî ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye û nêzî salek e ew nikarin biçin girtîgehê. Bav Kaplan, bilêv kir ku her hefte ew bi telefonê bi hev re diaxivin û got: "Daxwaza wan daxwaza me ye. Em bang li hikûmetê dikin, bila daxwaza wan bê qebûlkirin û tecrîd bi dawî bibe."
7 SAL IN KURÊ XWE NABÎNE
Dayik Esma Kaplan jî anî ziman ku kurê wê di 15 saliya xwe de hatiye girtin. Kaplan, bilêv kir ku kurê wê 4 salan di Girtîgeha Amedê de maye ûw exta li Amedê bûye tim diçû girtîgehê. Dayik Kaplan, anî ziman ku ji Cotmeha 2011'an ve wê kurê xwe nedîtiye, lê belê her hefte bi telefonê pê re diaxive. Dayik Kaplan, diyar kir ku kurê wê gotiye: "Em bibiryar in, moralê me xurt e û em ê bi ser bikevin."
Dayik Kaplan, destnîşan kir ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e û xwest tecrîd bi dawî bibe.