AMED - Di bûyerên 28'ê Adarê de 14 kes jiyana xwe ji dest dabûn, lê belê ji van kesan tenê kiryarên Mahsûm Mizrak û Enes Ata tên darizandin. DMME'yê der barê mirina 2 kesan û birîndarkirina 2 kesan de Tirkiyeyê bi tazmînatê mehkûm kir. Parêzer Reyhan Yalçindag, bal kişand ser polîtîkaya bêcezatiyê û ji bo helwesta Tirkiyeyê got: "Ez ê tazmînata xwe bidim, lê ez ê îhlala xwe jî bikim."
Di sala 2006'an de li bejahiya Mûşê 14 PKK'yî bi çekên kîmyewî hatibûb kuştin. Di 28'ê Adara 2006'an de wexta cenazeyê her 14 PKK'iyan anîn Amedê, gelek kesan pêkanîna dewletê prosteto kir û di van protestoyan de 14 sivîl hatin kuştin. Bûyer piştî demekê li tevahiya bajarên herêmê belav bû. Li Amedê Mehmed Akbulut (18), Halil Sogut (78), Tarik Ataykaya (23), Mehmet Işikçi (19), Mustafa Eryilmaz (26), Emrah Fidan (17), Abdullah Duran (9), Enes Ata (6), Mahsum Mizrak (17), İsmai Erkek (8), İlyas Aktaş (24); li Mêrdînê Ahmet Araç (27), Siddik Onder (22); li Êlihê jî Fatih Tekin (3) jiyana xwe ji dest da.
Piştî bûyeran, der barê mirina Enes Ata û Mahsûn Mizrak doz hat vekirin. Lê belê der barê mirina 12 kesên din de biryara "ji bo dîtina kiryaran lêgerîna daîmî" hat girtin.
SERÎ LI DMME'YÊ HAT DAYÎN
Piştî dadgehê der barê mirina Mehmed Akbulut, Halil Soğut, Mehmet Işikçi, Mustafa Eryilmaz, Emrah Fidan, Abdullah Duran, Fatih Tekin, Ahmet Araç, Siddik Onder, Tarik Ataykaya, İsmail Erkek û İlyas Aktaş de biryara "ji bo dîtina kiryaran lêgerîna daîmî" da, parêzerên malbatê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.
DMME'YÊ DI 2 DOZAN DE TIRKIYEYÊ MEHKÛM KIR
Di sala 2014'an de DMME'yê der barê doza Tarik Ataykaya û di sala 2015'an de jî der barê doza Halîl Sogut de biryara "binpêkirina mafê jiyanê" da û Tirkiyeyê mehkûmî tazmînatê kir. DMME'yê di biryara xwe de diyar kir ku divê Tirkiye 26 hezar euro bide malbata Sogut û 65 hezaran euro jî bide malbata Ataykaya.
TDMME'yê der barê mirina Abdullah Dûranê 9 salî de jî iyar kir ku divê Tirkiye 65 hezar euro bide malbata Dûran.
Di bûyerên 28'ê Adarê de jî herî kêm 28 kes birîndar bûn. Ji kesên bi giranî birîndar Abdullah Yaşa û Hakîm Îpek in. DMME'yê der barê doza Yaşa û Îpek de jî Tirkiyeyê mehkûmî tazmînatê kir. DMME'yê diyar kir ku divê Tirkiye 15 hezar euro bide malbata Yaşa û 10 hezar euro jî bide malbata Îpek.
PARÊZER YALÇINDAG: POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ HEYE
Parêzera malbatan Reyhan Baydemîr Yalçindag ku got "eger di bûyerên beriya 28'Ê Adarê de polîtîkayeke bêcezatiyê tunebûna, wê di 28'êê Adarê de kes nemirana. Eger kiryarên 28'ê Adarê bihatana darizandin wê bûyerên piştî vê dîrokê qewimîn neqewimiyana" kuştina Ûgûr Kaymaz, Aydin Erdem, Şahîn Oner, Medenî Yildirim û Kemal Kûrkût bi bîr xist.
'TIRKIYE DIBÊJE 'EZ Ê TAZMÎNATA XWE BIDIM, LÊ EZ Ê ÎHLALA XWE JÎ BIKIM''
Yalçindag, destnîşan kir ku di sûcên ku hêzên dewletê daxilî wan dibin de polîtîkaya bêcezatiyê pêk tê û kesên mafê xwe yê azadiya fikr û ramanê bi kar tînin jî tên girtin.
Yalçindag got: "Li welat heya mafê jiyanê neyê binpêkirin, derbkirin û cebîr pêk neyê hema bêje daxuyaniyek nayê dayîn. Di biryara Abdullah Dûran de, taahudeke hikûmetê heye ku divê bi tu awayî hêzeke nehevgir pêk neyê. Lê belê rewş ruhê hikûmetê ev e; Ez ê tazmînata xwe bidim, lê ez ê îhlala xwe jî bikim. Tu hikûmeteke ku DMME te mehkûm kiriye û te taahud kiriye ku wê careke din rê li ber van bûyeran veneb. Lê belê di biryarên dadgehan de tişta dixuyê polîtîkayên bêcezatiyê ye."