* Emîne Atak, dayika Necla Atak ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê 103 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku keça wê gotiye: "Desteke dayikan, desteka kesên li derve û desteke civakê pir girîng e. Ji xeynî berxwedanê alternatîfeke me ya din tune ye."
* Di bûyerên 28'ê Adarê de 14 kes jiyana xwe ji dest dabûn, lê belê ji van kesan tenê kiryarên Mahsûm Mizrak û Enes Ata tên darizandin. DMME'yê der barê mirina 2 kesan û birîndarkirina 2 kesan de Tirkiyeyê bi tazmînatê mehkûm kir. Parêzer Reyhan Yalçindag, bal kişand ser polîtîkaya bêcezatiyê û ji bo helwesta Tirkiyeyê got: "Ez ê tazmînata xwe bidim, lê ez ê îhlala xwe jî bikim."
* Şanar Yûrdatapan, diyar kir ku divê civakê bi awayekî bibe dengê çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Divê mirov bi taybetî nehêlin mirovên xwebawer û wêrek winda bibin û vê yekê qebûl nekin."
* Li Gîrtigeha Amasyayê yek ji girtiyên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye Kadîr Kaplan e. Kaplan ji 15 saliya xwe de girtîgehê de ye û 27 roj in di greva birçîbûnê de ye. Kaplan got: "Em bibiryar in, moralê me xurt e û em ê bi ser bikevin."
* Prof. Dr. Nurettin Turgay, têkildarî revandina cenazeyan û astengkirinên şînê axivî û wiha got: "Li gorî ola Îslamê her kes dikare cenazeyê xwe defin bike û şîna xwe dîne."
* Ebûbekîr Ozgur ku ji DEDAŞ'ê îstifa kir diyar kir ku DEDAŞ "bedêla xerckirina pêvekî" û "qaçaxê" zêde li aboneyan bar dike. Ozgur, destnîşan kir ku li Amed, Mêrdîn, Sêrt, şernex, Êlih û Rihayê di nav salekê de bi 2 milyon û 300 fatûreyî hatiye lîstin û bi awayekî neheqe 100 milyon lîre pere hatiye bidestxistin.
* Hat diyarkirin ku heta niha bi hezaran hilbijêr serî li Komîsyonên Hilbijêrên Livdar ên HDP'ê dane. Berpisiyarê komîsyona Êlihê Abdullah Yildiz, anî ziman ku ji bo hilbijêrên dengê xwe bi kar bînnin partiya wan hemû derfetên xwe seferber kirine.
* Desteya Hilbijartinê ya Seyhanê, lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê wekî hincet nîşan da û li navçeyê buroyeke hilbijartinê ya HDP'ê girt.
* Mele Abdulbarî Tiryakî, diyar kir ku astengkirina wecîbeyên olî yên cenazeyan bêhurmetî ye û got: "Pêxember Muhammed piştî Şerê Bedirê bêhurmetiya li hember cenazeyan qedexe kiriye. Şeytanê ku tim dixwaze mirovan ji rê derxîne jî dev ji miriyan berdaye."
* Rewşenbîran, diyar kir ku pêvajoya heyî ji demên darbeyan jî dijwartir e û ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bang li hikûmetê kirin ku gavina bavêje.
* Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dê beşdarî mitîngên HDP’ê yên li navçeyên Bismil û Farqînê yên Amedê bibe. (11.00- 13.30)
* Bi beşdariya Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk dê HDP mitînga xwe ya fînalê li Qada Bêşyolê ya Wanê pêk bîne. (12.00)
* Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Mêrsînê dê li avahiya xwe têkildarî grevên birçîbûnê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Platforma Demorkasiyê ya Êlihê têkildarî greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Salona Konferansê ya Baroya Êlihê civîna çapemeniyêl i dar bixe. (12.30)
* Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan dê beşdarî mitîngên HDP’ê yên Mûş û Bedlîsê bibin. (13.00-15.00)
* Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê ji bom af, pêdivî û daxwaza zarokan ji namzetên serok şaredariyan re, encûmen, keya û namzetên heyetan re ragihînin dê daxuyaniya çapemeniyê bide. (13.00)
* Bi beşdariya Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bagcilara Stenbolê Hudya Kaya û Medenî Andok, nûnerê Federasyona 78’an Celalettîn Can, Aktîvîsta Aştiyê Nesrîn Nas dê li Bagcilarê mitînga heremê bê lidarxistin. (15.00-18.00)