STENBOL - Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê, piştî bi çalakgerên di grevê de hevdîtin kirin rapor amade kirin û parve kirin. Seroka Giştî ya TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, diyar kir ku ji bo mirin bi dawî bibe divê tecrîdê rakin.
Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê, têkildarî çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 139 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de ye û bi hezaran girtiyên li sedan girtîgehan bi heman armancê di grevê de ye rapor amade kir. Heyetê piştî bi çalakgerên di grevê de hevdîtin kirin rapor amade kirin û parve kirin. Heyetê rapor li şaxa ÎHD'ê ya Taksimê bi raya gişti re parve kir. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozen û parazvanên maên mirovan amade bûn. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî rapor parve kir.
‘WEZARETA DADÊ MIRINA MIROVAN TEMAŞE DIKE'
Yolerî diyar kir, rewşa tenduristiyê ya Guven û çalakgerên ku berî 1'ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kirin di asta krîtîk de ye û wiha got: "Ji ber ku hikumet ji bo çareseriyê gavan naavêje girtî ji bo dengê xwe bidin bihîstin û encamê werbigirin serî li şêwazên cuda yên çalakiyan dibin. Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar bi armanca dengê xwe bidin bihistin dawî li jiyana xwe anîn. Wezareta Edaletê hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkê hîn jî bê bersiv dihêle, pirsgirêkê ji nedîtî ve tê û tenê li mirina girtiyan temaşe dike."
'ME XWEST HEYETA SERBIXWE BÊ AVAKIRIN'
Yolerî asta heyî weke 'krîza însanî' bi nav kir û anî ziman, tecrîdkirina Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan û polîtîkaya giştî ya tecrîdê rê li ber krîza însanî vekir. Yolerî diyar kir, Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ji destpêkê ve vê pêvajoyê dişopîne û wiha axivî: "Me xwest girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji aliyê heyetên serbixwe ve bên dîtin û ji bo kes jiyana xwe ji dest nede pirsgirêk bê çareserkirin. Lê rewşa heyî gihîşte asteke ku nikare bê kontrolkirin û her roj agahiya mirina mirovan ji girtîgehan tê. Bi navê pêkhateyên heyeta şopandinê ku ji bo dawî li tecrîda li girtîgehan bê anîn bi rengekî topyekûn têdikoşe, em dibêjin; têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîneke demdirêj e, mafê jiyanê mafekî pîroz e û bang dikin, çalakiyên ku dawî li mafê jiyanê tîne neyên kirin."
Endamê Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê endamê Desteya Rêveber a Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Mûrat Ekmez rapor eşkere kir. Ekmez li ser rewşa krîtîk a tenduristiyê ya berxwedêrên greva birçîbûnê agahî da.
Ekmez, bal kişand ser rapora ku bi daneyên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) hatiye amadekirin û cih daye rewşa giriyên li girtîgehên Bolu, Bakirkoy, Gebze, Sîlîvrî, Bandirma, Duzce û Edirne. Ekmez rapor xwend û wiha got: "Li Gebzeye beriya 1'ê Adarê 11, niha 31 kes di grevê de ne. Li Boluyê beriya 1'ê Adarê 5 kes bûn niha 88 kes di grevê de ne. Li Bakirkoyê beriya 1'ê Adarê 6 ke û niha 29 kes di grevê de ne. Li Silivrî beriya 1'ê Adarê 17 kes û niha 193 kes di grevê de ne. Li Maltepe beriya 1'ê Adarê 4 kes û niha 23 kes di greva birçîbûnê de ne.
“Li Girtîgeha Bolu, pêdiviyên girtiyan ên şekir, lîmon, xwê û avê didin wan. Lê pêdiviyên wan ên karbonatê pir kêm didin an. Hin girtiyan 17 kilo daye.
Li girtîgeha Bakirkoyê, girtî serê wan gêj dibin û hevsengiya wan xera bûye. zikêş, serêş, dilêşî bi wan re zêde bûye. Dîsa êşa movikan jî zêde bûye. Nikarin bi rêk û pêk razên û kîloyan winda dikin.
Li Girtîgeha Silivrî 193 girtî di greva birçîbûnê de ne. Personelên girtigehê dema diçin kontrola girtiyan, gefan li girtiyan dixwin û dibêjin "Ger ku ji ser xwe biçin û tiştek neyînî pêk bên dê mudaxaleyî wan bikin. Personel diyar dikin ku ji aliyê wezareta dadê ve fermana teqez heye ku mudaxale bikin. Girtiyan di ser me re xwest ku em xîbatî Wezareta Dadê bikin ku bi tu awayî mudaxaleye qebûl nakin. Girtiyan anin ziman ku ji wezareta Dadê re daxwazname nivisandine, lê îdareyê ev daxwaznameya wan qebûl nekiriye û red kiriye. Girtî zêde kîlo winda dikin, verdişin, zikêşî û serêşiyek zêde bi wan re çêbûye.
Li Girtîgeha Tîpa T1 a Bandırma jî vîtamîna B nadin wan. Weki li girtîgehên din heman pirsgirêkên tenduristiyê li vir jî didomin.
Li Girtîgeha Duzce jî hemû qada jiyanê ya girtiyan hatiye tecrîdkirin. Hemû qadên hevpar ên girtiyan hatiye astengkirin. Girtî di girtigehê de dîsa hatine îzolekirin. Pêkanînên înfaza ceza li vir pir zêde ye. Girtî pir rastî muameleyên xirab tên. Gardiyan îşkenceya derûnî û fîzîki li ser girtiyan dimeşîne. Pinpêkirina mafan pir zêde ye. Girtiyan davêjin hucreya yek kesî û destûr nadin ku refakatvan3e wan jî li cem wan bimine. Girtiyan zêde kîlo dane. Hin girtyan 16-17 kilo winda kirine. Serêşî, zikêşî, bêteqedî, geşbûn li vir jî zêde ye.
Li Girtîgeha Edirne jî heman pirsgirêk hene. Bijîşkên girtîgehê diyar kiriye ku divê piştî roja 60'an Vîtamîna B12 bê dayîn. Hin girtiyan heta 10 rojan qet wîdamîn negirtine. Şopandina tibbî nehatiye kirin.
PERGLA KU NIKARE PÊDIVIYÊN 300 GIRTÎ PÊK BÎNE WÊ ÇAWA PÊDIVIYÊN HEZARAN PÊK BÎNE
Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci jî piştî xwendina raporê axivî. Fîncanci diyar kir, rewş gelekî giran e û rewşa li girtîgehan ji meha Kanûnê ve roj bi roj dijwar bûye. Fîncanci destnîşan kir, Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde xwedî tecrûbeya grevên birçîbûnê ye û got: "Eşkere ye ku divê çi bê kirin. Doktor hewl didin vê yekê timî ragihînin. Lê bi cih nayên anîn. Mînak; karbonat li hin deveran nayên peydakirin. Tê ragihandin, vîtamîna B12 divê piştî roja 60'î neyê dayin. Ti ji van di nava agahiyên rênîşa me de nîne. Bi taybetî dema ku B1 nayê dayin xisareke mezin û zû li sinir dike. Ji ber vê yekê em girîng dibînin ku vîtamîna B1 bê bikaranîn. Ji xwe di Danezana Maltayê ya Yekîtiya Tabîban a Dinyayê de pêşniyara ji bo bikaranîna vîtamîna B1 hate bicihkirin. Pergala ku nikare pediiviyên 300 kesan pêk bîne, wê çawa pêdiviyê zêdeyî 5 hezar girtiyan pêk bîne.
'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'
Fîncanci diyar kir, greva birçîbûnê rêbazeke ku mirovên dengê wan nayê bihîstin dixwazin dengê xwe bidin bihîstin û got, "Mixabin derbasî qonaxeke din bû. Mirov êdî dawî li jiyana xwe tînin, bi temamî dest ji bedena xwe, dest ji jiyana xw berdidin. Divê em zanibin ku jiyan gelekî hêja ye. Em doktor, her tim alîgirê jiyanê ne. Lê belê em zanibin, destwerdana li biryara wan pêkanîneke doktoriya patrîarkal û baviksalarî ye. Lewma em neçar in di her şert û mercî de hurmetê nîşanî tercîha wan bidin. Ya ku em dikarin bikin, qet nebe nehêlin ku mirov seqet nemînin, mirov nemirin. Der barê mirovên dawî li jiyana xwe tînin jî divê em fêhm bikin bê çima dikevin nava hewldaneke wiha û wan sedeman ji holê rakin. Lewma divê dawî li tecrîdê bê anîn. Divê em êşkenceya li girtîgehan ji holê rakin ku mirov nemirin, mirov biryara mirinê nedin. Divê em bibin dengê wan."
Fîncanci xwest, rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji aliyê heyetên serbixwe yên doktoran û çavdêran ve were şopandin.
Fincanci, xwest paqijiya girtîgehê û girtiyan baş bê kirin û girtî ji enfeksiyonan dûr bikevin. Fîncanci, da zanîn ku girtî li gorî pîvanên paqijî û tenduristiyê tev bigerin. Fincanci, anî ziman ku ji sala 2012’an heta niha li Tirkiye şopandina girtiyan a ji aliyê heyeta serbixwe ve nayê kirin û bang li hemû rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê kir ku erk û peywirê bigirin ser xwe.
Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozel jî bang li hemû rêxistinên civakî u demokratîk kir û xwest hemû kes li dijî tecrîdêbi hevre têbikoşin û li daxwazên girtiyan xwedî derkevin.