Prof Dr. Fincanci: Ji bo mirin bi dawî bibe tecrîdê rakin

img
STENBOL - Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê, piştî bi çalakgerên di grevê de hevdîtin kirin rapor amade kirin û parve kirin. Seroka Giştî ya TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, diyar kir ku ji bo mirin bi dawî bibe divê tecrîdê rakin. 
 
Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê, têkildarî çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 139 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de ye û bi hezaran girtiyên li sedan girtîgehan bi heman armancê di grevê de ye rapor amade kir. Heyetê piştî bi çalakgerên di grevê de hevdîtin kirin rapor amade kirin û parve kirin. Heyetê rapor li şaxa ÎHD'ê ya Taksimê bi raya gişti re parve kir. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozen û parazvanên maên mirovan amade bûn. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî rapor parve kir. 
 
‘WEZARETA DADÊ MIRINA MIROVAN TEMAŞE DIKE' 
 
Yolerî diyar kir, rewşa tenduristiyê ya Guven û çalakgerên ku berî 1'ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kirin di asta krîtîk de ye û wiha got: "Ji ber ku hikumet ji bo çareseriyê gavan naavêje girtî ji bo dengê xwe bidin bihîstin û encamê werbigirin serî li şêwazên cuda yên çalakiyan dibin. Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar bi armanca dengê xwe bidin bihistin dawî li jiyana xwe anîn. Wezareta Edaletê hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkê hîn jî bê bersiv dihêle, pirsgirêkê ji nedîtî ve tê û tenê li mirina girtiyan temaşe dike."
 
'ME XWEST HEYETA SERBIXWE BÊ AVAKIRIN' 
 
Yolerî asta heyî weke 'krîza însanî' bi nav kir û anî ziman, tecrîdkirina Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan û polîtîkaya giştî ya tecrîdê rê li ber krîza însanî vekir. Yolerî diyar kir, Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê ji destpêkê ve vê pêvajoyê dişopîne û wiha axivî: "Me xwest girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji aliyê heyetên serbixwe ve bên dîtin û ji bo kes jiyana xwe ji dest nede pirsgirêk bê çareserkirin. Lê rewşa heyî gihîşte asteke ku nikare bê kontrolkirin û her roj agahiya mirina mirovan ji girtîgehan tê. Bi navê pêkhateyên heyeta şopandinê ku ji bo dawî li tecrîda li girtîgehan bê anîn bi rengekî topyekûn têdikoşe, em dibêjin; têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîneke demdirêj e, mafê jiyanê mafekî pîroz e û bang dikin, çalakiyên ku dawî li mafê jiyanê tîne neyên kirin."
 
Endamê Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê endamê Desteya Rêveber a Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Mûrat Ekmez rapor eşkere kir. Ekmez li ser rewşa krîtîk a tenduristiyê ya berxwedêrên greva birçîbûnê agahî da.  
 
Ekmez, bal kişand ser rapora ku bi daneyên Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) hatiye amadekirin û cih daye rewşa  giriyên li girtîgehên Bolu, Bakirkoy, Gebze, Sîlîvrî, Bandirma, Duzce û Edirne. Ekmez rapor xwend û wiha got: "Li Gebzeye beriya 1'ê Adarê 11, niha 31 kes di grevê de ne. Li Boluyê beriya 1'ê Adarê 5 kes bûn niha 88 kes di grevê de ne. Li Bakirkoyê beriya 1'ê Adarê 6 ke û niha 29 kes di grevê de ne. Li Silivrî beriya 1'ê Adarê 17 kes û niha 193 kes di grevê de ne. Li Maltepe beriya  1'ê Adarê 4 kes û niha 23 kes di greva birçîbûnê de ne. 
 
“Li Girtîgeha Bolu, pêdiviyên girtiyan ên şekir, lîmon, xwê û avê didin wan. Lê pêdiviyên wan ên karbonatê pir kêm didin an. Hin girtiyan 17 kilo daye. 
 
Li girtîgeha Bakirkoyê, girtî serê wan gêj dibin û hevsengiya wan xera bûye. zikêş, serêş, dilêşî bi wan re zêde bûye. Dîsa êşa movikan jî zêde bûye. Nikarin bi rêk û pêk razên û kîloyan winda dikin. 
 
Li Girtîgeha Silivrî 193 girtî di greva birçîbûnê de ne. Personelên girtigehê dema diçin kontrola girtiyan, gefan li girtiyan dixwin û dibêjin "Ger ku ji ser xwe biçin û tiştek neyînî pêk bên dê mudaxaleyî wan bikin. Personel diyar dikin ku ji aliyê wezareta dadê ve fermana teqez heye ku mudaxale bikin. Girtiyan di ser me re xwest ku em xîbatî Wezareta Dadê bikin ku bi tu awayî mudaxaleye qebûl nakin. Girtiyan anin ziman ku ji wezareta Dadê re daxwazname nivisandine, lê îdareyê ev daxwaznameya wan qebûl nekiriye û red kiriye. Girtî zêde  kîlo winda dikin, verdişin, zikêşî û serêşiyek zêde bi wan re çêbûye. 
 
Li Girtîgeha Tîpa T1 a Bandırma jî vîtamîna B nadin wan. Weki li girtîgehên din heman pirsgirêkên tenduristiyê li vir jî didomin. 
 
Li Girtîgeha Duzce jî hemû qada jiyanê ya girtiyan hatiye tecrîdkirin. Hemû qadên hevpar ên girtiyan hatiye astengkirin. Girtî di girtigehê de dîsa hatine îzolekirin. Pêkanînên înfaza ceza li vir pir zêde ye. Girtî pir rastî muameleyên xirab tên. Gardiyan îşkenceya derûnî û fîzîki li ser girtiyan dimeşîne. Pinpêkirina mafan pir zêde ye. Girtiyan davêjin hucreya yek kesî û destûr nadin ku refakatvan3e wan jî li cem wan bimine. Girtiyan zêde kîlo dane. Hin girtyan  16-17 kilo winda kirine. Serêşî, zikêşî, bêteqedî, geşbûn li vir jî zêde ye. 
 
Li Girtîgeha Edirne jî heman pirsgirêk hene. Bijîşkên girtîgehê diyar kiriye ku divê piştî roja 60'an Vîtamîna B12 bê dayîn. Hin girtiyan heta 10 rojan qet wîdamîn negirtine. Şopandina tibbî nehatiye kirin. 
 
PERGLA KU NIKARE PÊDIVIYÊN 300 GIRTÎ PÊK BÎNE WÊ ÇAWA PÊDIVIYÊN HEZARAN PÊK BÎNE
 
Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci jî piştî xwendina raporê axivî. Fîncanci diyar kir, rewş gelekî giran e û rewşa li girtîgehan ji meha Kanûnê ve roj bi roj dijwar bûye. Fîncanci destnîşan kir, Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde xwedî tecrûbeya grevên birçîbûnê ye û got: "Eşkere ye ku divê çi bê kirin. Doktor hewl didin vê yekê timî ragihînin. Lê bi cih nayên anîn. Mînak; karbonat li hin deveran nayên peydakirin. Tê ragihandin, vîtamîna B12 divê piştî roja 60'î neyê dayin. Ti ji van di nava agahiyên rênîşa me de nîne. Bi taybetî dema ku B1 nayê dayin xisareke mezin û zû li sinir dike. Ji ber vê yekê em girîng dibînin ku vîtamîna B1 bê bikaranîn. Ji xwe di Danezana Maltayê ya Yekîtiya Tabîban a Dinyayê de pêşniyara ji bo bikaranîna vîtamîna B1 hate bicihkirin. Pergala ku nikare pediiviyên 300 kesan pêk bîne, wê çawa pêdiviyê zêdeyî 5 hezar girtiyan pêk bîne. 
 
'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'
 
Fîncanci diyar kir, greva birçîbûnê rêbazeke ku mirovên dengê wan nayê bihîstin dixwazin dengê xwe bidin bihîstin û got, "Mixabin derbasî qonaxeke din bû. Mirov êdî dawî li jiyana xwe tînin, bi temamî dest ji bedena xwe, dest ji jiyana xw berdidin. Divê em zanibin ku jiyan gelekî hêja ye. Em doktor, her tim alîgirê jiyanê ne. Lê belê em zanibin, destwerdana li biryara wan pêkanîneke doktoriya patrîarkal û baviksalarî ye. Lewma em neçar in di her şert û mercî de hurmetê nîşanî tercîha wan bidin. Ya ku em dikarin bikin, qet nebe nehêlin ku mirov seqet nemînin, mirov nemirin. Der barê mirovên dawî li jiyana xwe tînin jî divê em fêhm bikin bê çima dikevin nava hewldaneke wiha û wan sedeman ji holê rakin. Lewma divê dawî li tecrîdê bê anîn. Divê em êşkenceya li girtîgehan ji holê rakin ku mirov nemirin, mirov biryara mirinê nedin. Divê em bibin dengê wan."
 
Fîncanci xwest, rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji aliyê heyetên serbixwe yên doktoran û çavdêran ve were şopandin.
 
Fincanci, xwest paqijiya girtîgehê û girtiyan baş bê kirin û girtî ji enfeksiyonan dûr bikevin. Fîncanci, da zanîn ku girtî li gorî pîvanên paqijî û tenduristiyê tev bigerin. Fincanci, anî ziman ku ji sala 2012’an heta niha li Tirkiye şopandina girtiyan a ji aliyê heyeta serbixwe ve nayê kirin û bang li hemû  rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê kir ku erk û peywirê bigirin ser xwe. 
 
 
Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozel jî bang li hemû rêxistinên civakî u demokratîk kir û xwest hemû kes li dijî tecrîdêbi hevre têbikoşin û li daxwazên girtiyan xwedî derkevin.
 
 
 

Sernavên din

29/03/2019
11:37 Xelfetiyan dest bi amadekariyên 4’ê Nîsanê kirin
11:33 Demîrtaş bang kir: Li her derê em hêza xwe bidin nîşandan
11:10 Buldan: Wê encama hilbijartinê ji bo AKP’ê bibe hûsran
11:01 Xizmên girtiyên Wezareta Dadê hevdîtinê bi wan re nake: Emê dîsan werin
10:25 Temellî: Hilbijêrên me li Amedê jî û li Stenbolê jî wê bi heman hestî biçin dengdayînê
10:15 Bîlîcî: Berpirsiyarê grevê CHP ye
10:01 Girtiyê di greva birçîbûnê de: Me bi awayekê manewî tecrîd şikandiye
10:00 Dayika Sêvê Demîr Guven ziyaret kir: Em ji mirinê têr bûn, bila edalet were
09:28 Leyla Guven 142 rojin li dijî tecrîdê li ber xwe dide
09:28 Girtiyê 104 rojin di grevê deye: Ne ji bo me, ji bo xwe li ber xwe bidin
09:27 Namzetên HDP'ê yên Sêrtê: Ji bo pêşeroja xwe em biçin ser sindoqan
09:27 HDP, hewl dide li Artûklûyê bi ferqeke mezin bi ser bikeve
09:26 Ji ber 'Sirûda Îstiklalê' nexwend hat derbkirin
09:26 Ji ber krîza aborî karê rûxandinê yên li Heskîfê hat rawestandin!
09:25 'Kovar û rojnameyan nadin girtiyan'
09:24 Malbatên girtiyan bang kirin: Dengê xwe bilind bikin, bila ji girtîgehan cenaze dernekevin
09:24 Endama DÎK'ê Hatîce Kavran: Li gor îslamê revandina cenazeyan zilm e
09:23 MalbataYildirim a 80 roj in di grevê de ye: Daxwaza çalakgeran qebûl bikin
09:21 Çewligî: Em guherînê dixwazin
09:20 Ay ê AKP'î: Wê stratejiya krîmînalîzekirina muxalifan bi ser nekeve
09:19 Namzetên HDP'ê yên Kanîreşê: Em ê bi hev re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2019'AN
28/03/2019
17:05 ‘Avahiya edaletê heye lê wezîrê wê nîne’
16:40 Li Pirxûsê banga xwedî derketina dengan hat kirin
16:33 Li Xerpêtê jinek rojnameger mirî hat dîtin
16:33 Hevserokê SES’ê: Ji bo mirin pêk neyên gav biavêjin
16:17 Temellî li Sûrê bi gel re hatin gelhev: Emê kavil dewr bigirin
16:03 Buldan: Nexweşxane heye lê bijîşk tune
15:47 MHP’iyan êrîşê wesayîta anonsê ya HDP’ê kir
15:30 'Heta edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyeyê jî’
15:22 Hevberdevka HDK’ê Kiliç: Ji bo ku hûn zilmê li me bikin me deriyên Milazgirê venekirine
15:21 'Em ê li cem siyaseta azadiyê diparêze cih bigirin’
14:46 Dadgehê xwest wekîla berê Leyla Bîrlîk bê îadekirin
14:41 ÎHD'ê beriya hilbijartinê rapora îhlalan aşkere kir
14:41 Hilbijêrên bitevger ketin rê: Em diçin qeyûman bişînin qesrê
14:35 ‘Biryara dadgehê ya ji bo Guven hewldana cînayetê ye’
14:12 KESK’ê binçavkirin û girtin şermezar kirin
13:42 Namzetan banga beşdariya mitînga fînalê ya Amedê kirin
13:36 Pekoz: Werin em bi dengên xwe bi Tifaqa Komarê bidin winda kirin
13:17 Daxwaza malbatan a bi Wezareta Dadê re dîsa hat redkirin
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat dîtin
12:51 Dersim ji 31’ê Adarê re amade ye
12:31 Parêzerên Ocalan cara 802'an serledana hevdîtinê kirin
12:21 'Em dibin banê HDP’ê de kom bibin û xwedî Hewag derkevin’
12:19 HDP: Li 14 bajaran sindoqên 96 hezar hilbijêran guhestin
11:39 15 kesên ji ber hilgirtina ala KJA hatin darizandin beraet kirin
11:32 Ji bo doza Hamzaoglu biryara bêrayedariyê hat dayîn
11:14 Namzetên HDP’ê yên Amedê protokola zelaliyê îmze kirin
11:09 HDP’ê bang Îdiriyan kir: Dengek jî pir girînge
11:09 'Wê hilbijartin bibe dengê grevên birçîbûnê'
11:03 Şaredariya Wanê mesrefên mitînga Erdogan da
10:42 Bulbul: Em ê bi eşqa Xizir li Dersimê bi ser bikevin
10:27 Li 4 navçeyan operasyona leşkerî: Bi ser malan de girtin, şikeftên dîrokî rûxandin
10:26 Komîsyona Hilbijêrên Livdar bang li hilbijêrên Şirnexê kir
10:25 SAMER: Kurd dikarin li Enqere, Stenbol û Mêrsînê encamê biguherin
10:07 Kerestecioglu: 31'ê Adarê dikare deriyê demokrasiyê veke
09:56 Qeymeqamê Elkê welatî tehdît kirin û ji AKP’ê re deng xwestin
09:45 Muteahîdên Mêrdînê, li CÎMER'ê giliyê rêveberiya qeyûm kirin
09:42 Erkiliç ku çalakiya xwe li malê didomîne: Ez ê heta dawiyê bidomînim
09:41 Namzetên HDP'ê yên Manîsayê ji bo sindoqan bang kirin: Wê her deng rê li ber me bixe
09:39 Hevberdevka DÎK'ê Kaya: Wê mirovahî bi şermê vê îktîdarê bi bîr bîne
09:26 Dadgeha Îstinafê doza Mizrak û Ata xera kir
09:25 Yek ji şaredarên ewil ên siyaseta kurd Ercan: HDP, heqîqet e
09:25 Cezayê dîsîplînê li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:24 Li Cirnê Reş, qeyûm hewl dide roja hilbijartinê hîlekariyê bike!
09:23 ‘Em bang hemû kesan dikin, bêdeng nemînin’
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2019'AN
08:45 Leyla Guven li dijî tecrîdê 141 rojin têdikoşe
27/03/2019
18:24 Pinar Aydinlar hat berdan
17:04 Piştî mitîngê polîsan mudaxele kir û welatî binçav kirin
17:01 Di Doza Nisêbînê ya hat cihêkirin de kesek hat berdan
16:59 Xelkê Wanê peyama xwe da: 14-0
16:33 Sakik: Weleh û bileh hûnê têk biçin
Buldan: Di mitînga Erdogan de Mûşî tune bûn
16:30 HDP’ê li Meletî, Hewag û Xelfetî tax ziyaret kirin
16:14 6 sal û 3 meh ceza dan rojnameger Ozer
16:09 Dayikên Aştiyê yên Sêrtê: Tecrîd mirin e bila mirin bi dawî bibe
15:48 Hunermend Pinar Aydinlar hat binçavkirin
15:33 ÎHD: Daxwazên zarokan rêz kirin
15:25 Xizmên girtiyan li ser Wezareta Dadê radiwestin
14:43 Platforma Demokrasî ya Êlihê: Tecrîdê rakin
14:39 Eskeran destûr nedan xizmên Medya Çinar ji bo sersaxiyê biçin gund
14:22 Temellî ji Bismilê bang kir: Em 31'ê Adarê diçin ser sindoqan
14:03 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî bêdengiya heyî dan
13:46 TJA: Dê têkoşîna me ya şikandina tecrîdê dewam bike
13:41 Dadgehê biryar da ku Leyla Guven bi zorê bibin danişînê
13:36 Kesên di cenazeyê Medya Çinar de hatibûn binçavkirin hatin derpkirin
13:31 Oluç ji bo AKP-MHP’ê got: Em hemû heqaretên we li ew vedigerînin
12:53 Malbatên girtiyan: Dem tune bi lez daxwazên girtiyan pêk bînin
12:00 Li Bursayê 5 kes girtin û li Mêrdînê 10 kes binçav kirin
11:59 Saziyên civakî yên Wanê bang kirin: Tecrîdê rakin
11:49 Dadgehê rojnameger Akdenîz hem berat kir û hem jî ceza kir
11:04 Hinceta YSK’ê ya veguhestina sindoqan: Di 1986’an de pankart vekir, welatiyan berdan hespan
11:00 HDP hilbijêran dibe heremên wan: Dengek wê çarenûsê biguherîne
10:28 Li Êlihê gel li dijî tecrîdê meş li dar xist in
10:14 ‘Heta tecrîd bi dawî bibe emê çalakiyan bidomînin'
10:04 Ozer: Berpirsiyariya rawestandina mirinan aîdî rayedarên Tirkiyeyê ye
10:02 Turgay: Mafê her kesî heye ku cenazeyê xwe li gorî çanda xwe defin bikin
09:39 Ji bo 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin bang li malbatan kir
09:38 Rewşenbîran bang li hikûmetê kir: Peywira xw ebi cih bîne
09:37 Mele Abdulbarî Tiryakî: Pêkanîna wecîbeyên olî yên cenazeyan peywira tevahiya civakê ye