ÎDIR – Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku ji bo Leyal Guven û girtiyên di grevên birçîbûnê dene bijîn, li her qada jiyanê di ew dengê xwe bilind bikin û got: “Di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, dê dîsan vîna gel li Kurdistanê derbikeve holê.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îdirê, bi tevlîbûnê Parlementera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, li avahiya partiyê gotûbêja “Tecrîd û Hilbijartin” li dar xist. Parlementerê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksek, namzetên hevşaredariya bajêr Eylem Çelîk û Yaşar Akkûş û rêveberên navçe û bajêr beşdar bûn.
‘PÊVAJOYÊ ZOR DERBS KIRIN Û LI SER PIYAN MAN’
Kemalbay, di gotûbêjê de axivî û wiha got: “Li dijî zext, êrîş, teslîm girtin û polîtîkayên şer berxwedanek bi hez heye. Di 7’ê Hezîrana 2015’an de gel ev bi awayekê zelal danî holê û dûre, di serrî de li Cizîr, Sûr û Sîlopî li bajarên herêmê mirov hatin kuştin û êrîş pêk hatin.”
‘TÊKOŞÎN DÊ TECRÎDÊ PARÇE PARÇE BIKE’
Kemalbay, bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dikin û ev tişt gotin: “Guven li zindana Amedê 79 rojan di greva birçîbûnê de ma û dûre hat berdan. Lê Guven ev lîstika wan jî vale derxist. Niha li malê bedena xwe ji birçîbûnê re razandiye û ev 139 rojin hêdî hêdî dihele. Hûn vê yekê pir baş fêm dikin. Lê Mirovên li rojava vê fêm nakin. Dibêjin ‘Çi eleqeya tecrîda li Îmraliyê, bi Stenbolê re heye.’ Em gelekê ku têkoşerin. Sekna me pir girînge. Têkoşîna Guven a 139 rojin berdewam dike, dê tecrîdê parçe parçe bike. Ji derveyî parçekirina tecrîdê tu çareseriyek din tuneye. Erkek mezin a têkoşînê dikeve ser milê me. Divê em dengê xwe bilind bikin.”
‘VINA GEL DÊ LI KURDISTANÊ JIYANÎ BIBE’
Kemalbay, hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê jî nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Vîna gel dê dîsan li Kurdistanê jiyanî bibe. Emê hîn zêdetir şaredariyên xwe qezenc bikin. Emê li Kurdistanê bi ser bikevin û li Tirkiyeyê jî meşrûbûna wan di lêpirsînê re derbas bikin. Li Îzmîrê em pir xebitîn. Rojeva meya hilbijartinê windakrina faşîzma AKP û MHP’ê ye. Qeyûm ji holê kirin, di heman demê de tê wateya qezenckirina gelan.”