WAN - Waliyê Wanê Mehet Emîn Bîlmez tev li mîtînga AKP'ê ya Wanê ku Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan jî beşdar bibe bû.
Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez, tev li mîtînga ku Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan beşdar bibe bû. AKP wê mîtîngê li Qada Beşyolê pêk bîne. Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bilmez ku di heman demê de wekî qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin beriya mîtîngê li qada mîtimga AKP'ê amade bû. Li qada mîtîngê xuya dibe ku Walî Bilmez bi parlamenterên AKP'ê re sohbet dike. Parlamenterê AKP'ê yê Wanê İrfan Kartal li ser hesabê xwe wêneyê xwe û walî yên li qada mîtîngê parve kir.