STENBOL - Girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Ocalan di grevê de peyam şandin û gotin: "Ger ku gav neyên avêtin pêvajoyek dijwar pêkan e. Em berdêlên giran didin ber çavan û dîrokê ji nûve sererast dikin. Rêgeha dîrokî diyar dikin. Divê her kes li cem kesên rêgeha dîrokî diyar dikin cih bigirin."
Çalakiya greva birçîbûnê ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 139 roj berê dest pê kir, li derve û girtîgehan berdewam dike û belav dibe. Çalakî piştî 1'ê Adarê li hemû girtîgehan belav bû û bi hezaran girtî di çalakiyê de ne. Hunermend Erkan Benlî ê li girtîgehê di grevê de ye jî diyar kir ku heta encamê bi dest bixin tê çalakiya xwe berdewam bikin. Serhat Karsu jî xwest ku her kes ji her tiştî re amade bin. Girtî Turan Gunana Cejna Newrozê pîroz kir.
HUNERMEND BENLÎ: HETA EM ENCAMÊ BISTÎNIN WÊ BIDOME
Hunermend Erkan Benlî yê di sala 2016'an de di qedexeya derketina kolanan a li Nisêbinê birîndar bû û piştî hat binçavkirin, hat girtin, ji 1'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di greva birçîbûnê de ye. Benlî ku hêj perçeyên şerepnalê di bedena wî de hene, bi rêya malbatê agahî dan û diyar kir ku heta niha 5 kilo dane, lê bi biryar e ku heta tecrîd bi dawî nebe dest ji çalakiyê bernade.
KARSÛ: DIVÊ EM JI HER TIŞTÎ RE AMADE BIN
Girtî Serhat Karsu yê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere girtî ye jî di 1'ê Adarê de ket grevê. Serhat Karsu bi rêya nameyê peyam şand. Karsu, anî ziman ku kesên ketine greva birçîbûnê tenduristiya wan hatiye asta krtîtîk û wiha got: “Kesên di grevê de rewşa tenduristiya wan pir xedar e. Ger ku gav neyên avêtin guman heye ku pêvajoyên girantir bi xwe re bîne. Divê em ji her îhtîmalê re amade bin. Em li gorî her îhtîmalê amadekariyên xwe dikin. Em di pêvajoyek ku erd pir zayik e dîrokê beralî dikin. Rêgeha dîrokê diyar dikin. Bê guman ij bo vê yekê bedel jê tên xwestin. Em bedelên wisa giran li ber çavan digirin û têkoşîna rûmetê û hebûnê didin. Divê hem li hundir û hem li derve ji bo geşedanan amade bin.
100 ROJ IN DI GREVÊ DE YE. EV QÊRÎN E
Girtî Turan Gunana jî 10 rojin di grevê de ye. Gunana di 17'ê Kanûna 2018'an de li Girtîgeha Tîpa F-2 a Girtîgeha Kandıra ket grevê û 100 rojin çalakiya xwe ya grevê berdewam dike. Gunana di peyama xwe de wiha got: "Ez Newroza we pîroz dikim. Em bi vîna xwe ya birçiyê azadiyê û evîndarê azadiyê û bi tîrênên rojê av didin, Em Newroza hemû gelê xwe û yên azadiyê dixwazin pîroz dikin. Newroz ne tenê rojek e. Newroz ruh e. Ji Kawa heta niha tîrêjên rojê bêtir geş dibe. Hevalên Zulkuf, Ayten, Zehra û Medya agirê Newrozê bêtir geş kirin. Divê gelê me vîn û dengê xwe bi vîn û dengê girtîgehê re bike yek û bêtir bilintir bikin. Divê êdî her kes ji tercîdê re bêjin na. Divê her ke ji koletiyê re bêjin êdî bes e. Her kes vê qerîna zindanê bibhîzin."