WAN – Ji 25 kesên berî 5 rojina li Wanê hatibûn biçavkirin, 11 jê bi hinceta delegeyên KCD’ê ne bi îdîya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Polîsan li navçeyên Ebex, Erdîş û Qelqelî yên Wanê, di 20’ê Adarê de bi ser malan de girtin û 26 kes binçavkirin. 26 kesên lêpîrsîna wan a li ewlekariyê bi dawî bû, duh di saetên şevê de sewqî edliyê hatin kirin. 26 kesên îfade dan dozger, sewqî edliyê hatin kirin. Ji 26 kesan 11 jê bi hinceta delegeyên KCD’ê ne, bi îdîya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin û 15 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Navê 11 kesên hatin girtin wihane: “Çetîn Ûyar, Faysal Parlak, Bazî Aslan, Hakan Demîr, Îbrahîm Irmak, Medîne Tûfan, Mesût Erzengîn, Abdûlsettar Guneş, Ramazan Dûman, Gursel Yamaç û Mehmet Alî Sonmez.”