AMED – Mahîr Tekîn ê 39 rojin li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Tekîrdagê di greva birçîbûnê deye, diyar kir ku rewaş girtiyan pir krîtîk bûye û got: “Êdî divê her kes serî hilde û deng derxîne.”
Girtiyê 20 salin di girtîgehê deye Mahîr Tekîn ê 45 salî ku ev 39 rojin li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Tekîrdagê di greva birçîbûnê deye, bi navbeynkariya malbata xwe peyam şand û got: “Rewşa hin girtiyan pir krîtîk e. Kes dengê xwe dernaxe. Rewşa me asta krîtîkbûnê derbas kir. Divê êdî gel deng derxîne. Êdî divê her kes serî hilde û deng derxîne.”
Tekîn, da zanîn ku li ser girtiyên di grevên birçîbûnê de zextek mezin heye û wiha bang kir: “Em jî naxwazin ji girtîgehan mirin derkevin. Ji ber vê em dixwazin hemû malbat bi rihê berxwedanê xwedî çalakiyên grevên birçîbûnê derkevin.”