STENBOL - Xwişka Bîrdal Abay ê 81 rojin di greva birçîbûnê deye Gulten Abay, bang li hemû malbatan kir û got: “Em bibin yek, bila kes nemire.”
Xwişka Bîrdal Abay ê li Girtîgha Tîpa E ya Mêrdînê di 5’ê Çile de, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir Gulten Abay, diyar kir ku birayê wê nameya di 6’ê Gulanê şand de, got heta tecrîd bi dawî nebe, ewê dest ji çalakiya xwe bernedin.
DI TEKSTÎL Û ÎNŞAETÊ XEBITÎ
Xwişk Abay, anî ziman ku birayê wî di sala 1994’an de li navçeya Qelqelî ya Wanê hatiye dinê û wiha axivî: “Birayê min dibistana navîn li Qelqelî xelas kir û di hefteya yekemîn a lîsê de dest ji dibistanê berdan û hat Stenbolê bixebite. Hîna temenê wî biçûk bû, di tekstîl û înşaetê de xebibî.”
2 DOSYEYÊN WÎ YÊN CUDA HENE
Abay, da zanîn ku birayê wê destpêkê di 11’ê Hezîran 2012’an hat girtin û wiha bilêv kir: “2 salan li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê ma û dûre hat berdan. Li dervede dihat darizandin. Di vê dosyeyê de 30 sal ceza dan birayê min û niha dosyay wî li Dadgeha Bilinde. Birayê min cara dueymîn di 24’ê Cotmeha 2017’an de hat girtin. Birayê min ji vê dosyeyê salek û nive girtiye. Di vê dosyeyê de 7 sal cezayê girtîgehê ji bo wî tê xwestin.”
‘VÎNA ME XURTE’
Abay, bal kişand nameya birayê wê jê re şandî û û wiha pê de çû: “Birayê min derbarê rewşa tenduriya xwe û hevalên xwe de name şand û di nameyê de ev agahî dan ‘Hevalên me yên 12 kîlo dane hene. Yên 10 kîlo dane jî hene. Min 7 kîlo daye. Bêhalî, ketina tasiyonê û sergêjî di me de rû didin. Nava devê me birîn bûye. Êş dikeve mîda me, cermê me ziwa dibe, em ji deng û qerebalixtiyê aciz dibin. Dîsan hestî û masûlkeyên me diêşin. Lê di warê vîn de em pir bi hêzin û biryarin. Em dermankirinê jî qebûl nakin. Ev çalakiyek bîrdoziye. Bila hemû kes vê wisan zanibin. Heta ku em encam bigirin emê berxwedan xwe dewam bikin. Di berxwedanê de em bi biryarin. Heya ku tecrîd bişike emê çalakiya xwe berdewam bikin.’”
‘BILA HEMÛ BIJÎN, KES NEMIRE’
Xwişk Abay, di dawiya axaftina xwe ev bang li raya giştî kir: “Em xwedî daxwazên çalakgeran derkevin. Fikarên me yên mezin ji bo kesên digrevên birçîbûnê de hene. Bila tiştek bi hevalên me neyê. Divê Leyla Guven bijî. Leyla Guven mafdare, divê tecrîda mutlak bê rakirin. Ez bang li hemû malbatan dikin ku em bibin yek. Bila hevalên me nemirin û hemû bijîn.”