ŞIRNEX - Dayiya Rojnameger Mehmet Guleş Zeynep Guleş, bal kişand ser zilma li ser gelê Kurd tê meşandin û wiha go: "Ma heta kengî ev zilm dê bidome. Zilm û zahmetiyê niha em dijîn ji yên serdema qedexeyan girantir e. Divê êdî tiştek bê kirin û gav bên avêtin."
Çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belav dibe. Di hefteyekî dawî de Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Baglaç û Medya Çinar li dijî tecrîdê çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê jî nûçegihanê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Mehmet Guleş e. Guleş, li Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê ji 5'ê Adarê ve 22 rojin di greva birçîbûnê de ye.
Guleş di 7'ê Kanûna 2016'an de hat girtin û bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê rastî 9 sal û 4 meh û 15 sal ceza hat. Dayika Guleş a li Şirnexê dijî Zeynep Guleş, bang li her kesî kir û xwest hestiyar tev bigerin û gavan bavêjin. Guleş, da zanîn ku ew êdî naxwazin ku kes jiyana xwe ji dest bidin û wiha got: "Divê her kes piştgiriyê bidin çalakgerên grevê. Çima vê zilm û zordariyê li ser me dikin. Êşa vê zilmê nayê tarîfkirin. Divê êdî tiştek bê kirin. Tarîfa vê êşê tune ye. Ev êş ji êşa ku bajar hatin xerakirin girantir e. Dema bajar xera bûn ava ku em vexun tune bû. Lê êşa niha em dijîn ji wê êşê girantir e. Her roj mirovek jiyana xwe ji dest dide. Niha êşa em dijîn ji ya serdema dorpêç û xerakirina bajar dijwartir e. "