Wê Mala Bukarkî di 31'ê Adarê de li cem HDP'ê be

img

AMED – Şêx Medenî Bukarkî, neviyê berxwedêrê bi nav û deng yê berxwedana Geliyê Godernê Şêx Fexrî Bukarkî, bal kişand ser berxwedana kalê xwe û bilêv kir ku ew ê di hilbijartina 31'ê Adarê de destekê bidin HDP'ê. 

Ji hilbijartina 31'ê Adarê re hindik ma. Her ku hilbijartin nêz dibe piştgiriya ji bo HDP'ê jî zêde dibe. Li herêmê, yek ji malbatên piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê aşkere kir Mala Bukarkî ye. Mala Bukarkî, malbata Şêx Fexrî Bukarkiyê hevrêyê Şêx Seîd û Îhsan Nûrî ye. Şêx Fexrî, di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de bi berxwedana xwe ya li Geliyê Godernê û Newala Hesika bi nav û deng e û berxwedana wî bûye mijara kilamên gelek dengbêjan. Neviyê wî Şêx Medenî Bukarkî, diyar kir ku ew ê xwedî li mîrateya berxwedana kalê xwe derkevin û di hilbijartina 31'ê Adarê de li cem HDP'ê bin. 
 
Kurê Şêx Şîrîn Şêx Medenî Bukarî, bilêv kir ku kalê wî ji gundê Qamişlo yê Bismila Amedê neviyê yek ji şêxên terîqeta neşîbendiyê Şêx Yûsûf e. Bukarkî, diyar kir ku kalê wî Şêx Fexrî, di sala 1925'an di berxwedana Şêx Seîd de, bi pêşengiya apê xwe Şêx Şemseddîn fermandariya eniya Farqîn, Hezro û Pasûrê dike û heta dawiyê li ber xwe dide. Bukarkî, anî ziman ku piştî berxwedana Şêx Seîd ji hêla dewletê ve tê têkşikandin û apê wî Şêx Şemseddîn li Amedê û apê wî Şêx Nûreddîn li Xarpêtê li Dadgeha Îstiklalê tên daliqandin jî kaalê wî Şêx Fexrî dev ji berxwedanê bernade. Bukarkî, bilêv kir ku kalê wî di sala 1927'an de piştî Tevgera Tenkîlê ya Bîçarê berê xwe dide binxetê (Rojava). 
 
DI DAMEZRANDINA XOYBÛNÊ DE CIH DIGIRE 
 
Bukarkî, anî ziman ku kalê wî Şêx Fexrî qederekê li binxetê dimîne û paşê di 5'ê Cotmeha 1927'an de li bajaroka Bîhamdûn a Lubnanê tevî malbata Bedirxanî û Cemîlpaşazadeyan di civîna damezrandina Cemiyeta Xoybûnê de cih digire. Bukarkî, diyar kir ku wexta kalê wî li binxetê bûye, dewleta tirk qanûna efûyê derdixîne û ew jî bi vê qanûnê vedigere gundê xwe. 
 
'LI MALEGIRÊ BAREGEHEKE LEŞKERÎ AVA DIKE' 
 
“Lê belê, wexta kalê min tê gund bi çavê xwe hilweşandin, şewitandin û talankirina gundan û herêmê dibîne ku bi destê dewletê û hevkarên wan hatibû kirin. Wê çaxê kalê min hay jê çêdibe ku armanca qanûna efûyê teslîmgirtina berxwedêran û xapandin bûye. Li ser vê careke din berê xwe dide binxetê û rewşa heyî radigîne rêveberiya Xoybûnê. Piştî vê civînê dîsa vedigere Bakur û li Malegirê baregeheke leşkerî ava dike ku hejmara leşkerên wê 400-500 kes bûne." 
 
Bukarkî, bî bîr dixe ku beriya Şêx Fexrî li Çiyayê Agiriyê Îhsan Nûrî baregeheke leşkerî ava kiriye û bi avakirina baregeha leşkerî armanca sereke ya kalê wî ne ew bûye ku bi dewletê re şer bike, armanc ew bûye ku dewletê eware bike da Xoybûn di nav civakê de rêxistinbûyîna xwe zexm bike û barê Berxwedana Agiriyê sivik bike. 
 
DAXILÎ PIRSGIRÊKÊN CIVAKIYÎ JÎ DIBE 
 
Bukarkî, destnîşan kir ku siwarê hespê Felekbez û Kûvî kalê wî Şêx Fexrî, li derdora Farqîn, Hezro, Licê û Pasûrê daxilî pirsgirêkên civakiyî jî dibe û bi edalet tev digere. Bukarkî, anî ziman ku baregeha leşkerî ya kalê wî tenê ne di wesfê hêzeke leşkerî de bûye, di heman demê de hêzeke civakiyî jî bûye. 
 
‘QETHIYEN EZ Ê XWE NEDIM DEST' 
 
Bukarkî, bilêv kir ku destpêkê dewletê berê xwe nedaye berxwedana kalê wî Şêxx Fexrî, lê piştî têkşikandina Berxwedana Agiriyê vê carê li Geliyê Godernê û Newala Hesika berê xwe daye kalê wî. Bukarkî, diyar kir ku dewletê hewl daye bêyî şer kalê wî teslîm bigire û ji bo vê bi rêya navbeynkaran xwe gihandiye kalê wî û li Amedê li hev civiyane û got: "Di vê hevdîtinê de mulkiyeta gelek gundan didin ber Şêx Fexrî. Lê belê, Şêx Fexrî careke din têdigihê ku armnaca dewletê wekî qanûna efûyê ye ku wan teslîm bigire û berxwedana gel bitepisîne. Di hevdîtinê de Şêx Dexrî dibêje; 'Heta kurd azad nebin ez ê bitêkoşim. Ez ê ti carî nehêlim navê şehadeta apanê min û hevrêyên min winda bibe. Çavê we lê ye hûn bi van teklîf û pêşniyaran min bikirin û bikin hevkarê xwe? Qethiyen, ez ê ti carî xwe nedim destê vê feraseta ku bela xwe di zimanê min, dînê min û gelê min ê mazlûm dide.' Piştî vê careke din berê xwe dide qada berxwedanê." 
 
Berxwedêrê bi nav û deng ê Geliyê Godernê û Newala Hesika ku berxwedana wî bûye mijara kilamên dengbêjên mîna Hafizê Qeyîkî û Sidîqê Bozê, li Geliyê Godernê, Newala Hesika û Şikefta Ganîkê bi rojan li hemberî Qolordiya 7'an a Diyarbekir, Alaya Sêrtê û Alaya Bedlîsê şer dike û di 17'ê Cotmeha 1933'yan de tevî 17 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dide. Neviyê wî Şêx Medenî Bukarkî, diyar kir ku wê çaxê dewlet kalê wî tevî 17 hevalên wî dixe goristaneke komî û got: "Lê belê paşê rûspiyên herêma Hezroyê cihê goristana wî diguherînin. Ji bo gora kalê min wesiyeteke bavê min Şêx Şîrîn heye; 'Heta gelê kurd azad nebe, divê hûn goreke wek peykerî ji bavê min re çênekin.'" 
 
DÎROK TEKERUR DIKE 
 
Şêx Medenî Bukarkî, bilêv kir ku pêkanîn, polîtîkayên zext û zoriyê yên wê çaxê niha jî hene. Bukarkî, anî ziman ku ew ê xwedî li mîrateya berxwedana kalê xwe derkevin û got, ji ber vê ye hilbijartina 31'ê Adarê ji bo destekftî û dîroka berxwedanê ya gelê kurd pir girîng e. 
 
‘ROJ ROJA YEKÎTIYÊ YE' 
 
Bukarkî, got: "Wekî hûn dizanin, pêvajoya heyî pêvajoyeke xedar e. Loma hilbijartina 31'ê Adarê, hilbijartineke pir muhîm e. Nexasim jî ji bo welatê me, herêma me û Kurdistanê. Niha li Tiriyeyê îktîdar hilbijartina 31'ê Adarê wekî hilbijartineke bekayê be dide ber civakê. Ji lewre ev hilbijartin ji bo herêma me pir girîng e. Çimkî niha li Tirkiyeyê rêveberiyeke faşîst li dar e û nexasim ev faşîzm herêma me veguherandiye şidetê. Hema bêje her roj tişt diqewimin û insan dimirin. Nexasim me di 4 salên dawî de bi polîtîkayên zext û zoriyî tiştên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê qewimîn dîtin. Her wiha em jî ferdên malbateke ku trawmayên mezin hatine serê wan. Bavê min, apanê min li sirgûnê mane. Piştî 17 salan ancax vegeriyane welatê xwe. Min xwe dîtiye nedîtiye em bi pêvajoyeke wisa dijwar re rû bi rû mane. Ji ber vê hilbijartina 31'ê Adarê, hilbijartineke girîng e. Ji bo pêşeroja gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn mîlad e. Fikr û ramanên kurdan çi dibin bila bibin, li dijî vê pergala faşîst û ceberût îro roj roja yekîtiyê ye û divê helwesta xwe diyar bikin." 
 
WÊ MALA BUKARKÎ PIŞTGIRIYÊ BIDE HDP'Ê 
 
Şêx Medenî Bukarkî, anî ziman ku berê di partiyên siyasî yên cuda de cih girtiye, lê belê ji sala 2015'an ve di nav HDP'ê de cih digire. 
 
Bukarkî, diyar kir ku hin ferdên Mala Bukarkî bi awayekî şexsî di partiyên siyasî yên cuda de cih digirin û got: "Fikr û emelê wan, wan eleqedar dike. Lê piraniya malbatê wê piştgiriyê bide HDP'ê. Bi vê munasebetê ez careke din piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê aşkere dikim." 
 
‘HELWESTA ME DIYAR E, EM HDP'Î NE' 
 
Her wiha Bukarkî, ji bo namzetiya pismamê xwe Huseyîn Cengîz ku di vê hilbijartinê de namzetê AKP'ê yê Şaredariya Yenîşehîr a Amedê ye jî got: "Fikrên kes, tenê kes eleqedar dike. Ew jî ferdekî malbata me ye. Kurê apanê me ye. Fikrên wî ji bo wî ne. Lê helwesta me ya di vî warî de eyan e û aşkere ye. Em HDP'î ne. Yanî dikarim bêjim ku ji sedî 80'yê Mala Bukarkî wê piştgiriyê bidin HDP'ê. Hebûna wî ya li wir me eleqedar nake." 
 
Herî dawî Bukarkî, bang li ferdên din ê malbata xwe kir û diyar kir ku ji Çemê Dîcle yê Bismilê heta Çemê Mûradê yê Çewlig û Mûşê divê hezkirî, nas û dostên bav û kalên me di 31'ê Adarê de li cem HDP'ê bin û dengê xwe bidin gelê xwe. 
 
MA / Rêdûr Dîjle

Sernavên din

27/03/2019
09:37 Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê, buroya hilbijartinê ya HDP'ê girt
09:36 HDP, hilbijêrên ne li herêmên xwe dibe ser sindoqên wan
09:35 Leyla Guven li dijî tecrîdê 140 rojin têdikoşe
09:29 DEDAŞ'ê di salekê de bi awayekî neheq 100 milyon TL bi dest xistiye!
09:28 Kaplanê ku 27 sal in girtiye: Moralê me xurt e, em ê bi ser bikevin
09:27 Yurdatapan: Divê civak ji bo grevên birçîbûnê dengê xwe bilind bike
09:26 Bûyerên 28'ê Adarê: Ez ê tazmînata xwe bidim, lê ez ê îhlala xwe jî bikim
08:54 Atak ku 103 roj in di greva birçîbûnê de ye: Ji xeynî berxwedanê alternatîfek din tune ye
08:53 ROJEVA 27'Ê ADARA 2019'AN
26/03/2019
17:19 Prof Dr. Fincanci: Ji bo mirin bi dawî bibe tecrîdê rakin
16:56 Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat berdan
16:27 TOHAV banga lezgîn li CPT û NY kir: Werin Tirkiyeyê
16:22 Parlementer Işik: Ya xirab feraseta we ye ne hewa û kostere
16:15 ÎHD û TÎHV: Êdî bila îktîdar berpirsiyariya xwe pêk bîne
15:48 HDP, KCD, DBP û HDK: Berpirsiyarê mirinan îktîdar e
15:39 Kemalbay a HDP’î: Ji bo rakirina tecrîdê em dengê xwe bilind bikin
15:03 Parastina Medya Çinar: Tişta me dixwest xweserî bû
13:42 Waliyê Wanê tev li mîtînga AKP'ê bû
13:34 HDP’ê li Sêrtê bang hilbijêrên bihereket kirin
13:03 Hevserokê HDP'a Antalya: Belavokên korsan nişana têkçûnê ye
13:03 Ozguneş ê HDP’î: Qeymeqam, dozger û amîrê emniyetê ji bo AKP’ê deng dixwazin
13:02 Di 6 mehan de ceyran ji sedî 22.6, xaz ji sedî 27 zem kirin
12:09 MYK'a HDP'ê li Amedê kom bûn
12:00 Girtiyên di grevê de: Em dîrokê sererast dikin
11:59 37 kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
11:56 11 kes li Wanê hatin girtin
11:34 Li Dihê û Şaxê 9 kes hatin binçavkirin
11:31 Rojnameger Ataman serbest bernedan
11:21 Parêzer ji bo biçin Îmralî cara 801’emîn ser lêdan kirin
11:03 Denîz Kaya: Divê rêhevalên zindanan takekesî tevnegerin
10:43 Karabay ê hat berdan li malê çalakiya xwe dewam dike
10:37 Bakkalci: Çareserî pir hêsan e, tecrîdê bi dawî bikin bes e
10:29 Destûr nedan konê şîna Çinar bê danîn û ceza dan traktora kon bar kir
10:20 Girtî Alkan: Ne ji bo desteka me ji bo xwe li ber xwe bidin
10:09 Girtî Tekîn: Divê gel êdî deng derxîne
09:46 'Em bibin yek bila kes nemire’
09:45 Hakî Turgay: Me hêj nû dest bi berxwedanê kiriye
Şahidê Zîndana Amedê: Ji bo girtiyan her saet girîng e
09:18 Dayika Rojnameger Guleş: Bila gav bên avêtin
09:17 Wê Mala Bukarkî di 31'ê Adarê de li cem HDP'ê be
09:16 ‘Zarokên me dihelin, divê qanûn pêk bên'
09:16 ‘Ger bivê em ê bi malbatî jî têkevin greva birçîbûnê'
09:14 Demîrtaş ji dayika meletiyî re kart şand
09:13 Wê HDP bi 60 hezar peywirdarî sindoqan biparêze
09:12 Namzeta Pirsûsê: Ewil ezê peykerê 33 ciwanan çêkim
09:11 Parlementerê HDP'ê Ocalan: Ji bo kes nemire divê tecrîd bi dawî bibe
09:09 Erdem Gul: AKP-MHP Tirkiyeyê dabeş dike, lê em ê bikin yek
09:08 Jinên Îdirê amadekariyên Newrozê dikin
09:07 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê di grevê de nikarin razên
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2019'AN
08:26 Leyla Guven li dijî tecrîdê 139 rojin têdikoşe
25/03/2019
20:27 Medya Çinar hat veşartin: Bi sedan kesên xwestin tev li merasîma cenaze bibin hatin astengkirin
18:49 Bi sedan siyasetmedarên Kurd li ber PE'ê dest bi çalakiyê kirin
18:32 Dadgehê ji 27 kesan 7 kes serbest berdan
18:17 Cendirmeyan heyeta ji bo cenaze çû gund, ji gund derxist
17:56 Temellî: Ji ber hikûmet bêdeng e cenazeyê çaremîn ji girtîgehê derket
16:53 Buldan: Îtîfaqa wan îtîfaqa Susurluk û Torosên Spî ye
16:14 Der barê rojnameger Salman û 10 kesan de biryara girtinê
16:07 Namzetên 3 bajarên mezîn hatin Şirnexê: Emê fon avabikin û bixin xizmeta gelê xwe
16:02 Ji bo Ayten Beçet mewlûd xwendin
15:51 Gel eleqeyek mezin nîşanî namzetên HDP’ê dide
15:33 Platforma Demokrasiyê ya Wanê bang li hikûmetê kir: Ji bo çareseriyê zû gavan bavêjin
15:31 Eskeran şandeya çû teziya Zehra Saglam asteng kir
14:27 Cenazeyê Çinar nadin malbatê: Polîsan mudaxileyî koma li ber morgê kir
14:26 Rêxistinên civakî yên Amedê: Hişyariya ‘dibe ku sibê dereng be’ kirin
14:09 Arslan: Kurd wê bersîvê bidin zilmkaran
13:35 Li Şemzînan qeza: 12 kes birîndar bûn
13:04 HDP ji bo belavokên korsan daxuyanî da
12:55 Medya Çinar a çalakî pêk anî, ji doza Nisêbînê girtî dihat darizandin
12:42 Namzetên HDP'ê yên Çewlîgê projeyên xwe parve kirin
12:41 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Hirsa me ya serkeftinê mezintir bûye
12:18 Li Cizîrê bîlançoya lehiyê giran e
11:55 Girtiyên li Odemîşê: Êdî veger tuneye, em banga piştevahiyê li hemû kesan dikin
11:55 ÎHD û TÎHV: Greva birçîbûnê di rewşa krîtîk de tecrîdê rakin
11:49 Li Girtîgeha Mêrdînê jinek girtî dawî li jiyana xwe anî
11:15 Namzetên Hevşaredariya Bedlîsê: Em xwedî li deng û sindoqan derkevin
10:32 Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsusê di bin avê de ma
10:20 'Nebin hevkarê vî sûcî, deng bidin dengê me’
10:05 Leyla Guven 138 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
09:24 Girtiyan: Heta daxwaza 7 hezar girtiyan neyê qebûl kirin emê çalakiya xwe bidomînin
09:23 6'emîn danişina doza Rojnameger Ataman ê di grevê de sibê ye
09:23 Hevala kawîşê ya Beçet: Dixwest wekî Sema Yuce bibe dîrok
09:12 ‘Çûyîna hilbijêrên me ya ser sindoqan asteng dikin’
09:11 Parêzer Uysal: Di mehekê de 4 dadgerên li Îmraliyê dinêhirin guherîn
09:11 Malbatên Şirnexî: Dema dor tê me çareseriyê nabînin gelo?
09:10 ‘Yên wecîbeyên olî asteng dikin ji Îslamê dûr bûne’
09:05 Li Girtîgeha Alanyayê 25 girtî di greva birçîbûnê de ne
09:05 Kovara Folklora Me: Zargotin pişt e, folklor her tişt e
09:02 Namzetên Hevşaredariya Îdirê banga mitîngê kirin: Mitîng dê bibe mizgîniya 1’ê Nîsanê
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARÊ YA NAVENDA NÛÇEYAN
08:23 Cizîr di bin avê de ma: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
07:47 Cenazeyê Saglam di bin dorpêç û zextên eskeran de defin kirin
24/03/2019
21:25 Esker û polîsan nehişt parlamenter biçin gundê Saglam
20:05 Waliyê Mûşê gundê ku Saglam lê bê definkirin ketin û derketin qedexe kir
18:10 Temellî bang li wezîrê dadê kir: Gunehê van di situyê we de ye
17:10 Şenoglu: Teqez wê tecrîd bê şikandin
Buldan: Em bi coşa Newrozê ders bidin zilmkaran
16:56 Li Wanê welatî ji bo Zehra Saglam meşiyan
16:54 'Tecrîd mirina her roj e'
16:47 Namzetên Şaredariya Colemêrgê projeyên xwe eşkere kirin
16:36 Heyeta Norveç: Qewimandinên li Tirkiyeyê şermê dide me
16:26 Li Paytextê Tirkiyeyê Newroz pîroz kirin: Vî dengî bibihîsin, tecrîdê rakin