RIHA - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku berê mirin zêde çêbibin divê tcerîd bi dawî bibe.
Di demên dawî de 4 jê girtî 5 kes ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîn. Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku gumana wan ew e ku ev hejma zêde bibe û ji ber vê biendîşe ne.
Omer Ocalan, bilêv kir ku tecrîda li ser Ocalan li tevahiya welat beşav bûye û got: "Di sê salên dawî de mirov nikarin fikrên xwe bilêv bikin. Kî polîtîkayên îktîdarê rexne bike aan tê îşkencekirin an jî tê girtin." Ocalan, anî ziman ku ew bi feraseteke faşîst re rû bi rû ne û got: "Çi dibe bila bibe divê em van zext û zoriyan bişkînin."
‘WÊ TASFIYE BIBIN'
Ocalan, diyar kir ku AKP-MHP bi dijminahî nêzî gelê kurd dibin û berberîbûnê dixin navbera civakê. Ocalan, diyar kir ku di dîroka Tirkiyeyê de kifş e ku kîjan îktîdar bi dijminahî nêzî kurdan bûye tesfiye bûye û got: "Êdî dişemitin. Ji ber fêm kirine wê winda bikin êrîşî gelê kurd û hêzên demokrasiyê dikin."
‘TECRÎD BI KÊR NAYÊ'
Ocalan, destnîşan kir ku bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, tê xwestin ku gelê kurd bê tecrîdkirin û got: "Lê belê tecrîd wê bi kêrî vî welatî neyê. Li vî welatî demên aştiyane çêbûn û her kesî bi rihetî fikrên xwe dianî ziman. Wan çaxan bêhna welat derketibû." Ocalan, anî ziman ku berî mirin zêde çêbibin divê tcerîd bi dawî bibe.
‘LI BER HILWEŞANDINÊ YE'
Ocalan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û diyar kir ku rewşa çalakgeran di asteke krîtîk de ye. Ocalan, bilêv kir ku cenazeyên ji girtîgehan tên dibin sedema dilîkandina gel. Ocalan, bi bîr xist ku niha ew di serdemeke wisa de ne ku îktîdar kesên ne ji xwe wekî "terorîst" îlan dike, lê belê ev gotin nîşan dide ku îktîdar li ber hilweşandinê ye.
Ocalan, diyar kir ku ji parlementer bi Ocalan re hevdîtinê çêbikin serî li Wezareta Dadê dane, lê belê wezaretê bersiv nedaye. Ocalan got: "Bloka faşîst a AKP-MHP'ê xwe dispêrê gotina bekayê bi zext û zoriyan bi ser gel de diçe û tecrîdê girantir dike. Di serî de gelê kurd, bi giltî jî tevahiya gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê li dor çalakiyên greva birçîbûnê bibin yek û tecrîdê bişîkînin û bloka faşîst a AKP-MHP'ê paş ve bibin."