STENBOL - Namzetê CHP'ê yê Adalara Stenbolê Erdem Gul, diyar kir ku îtifaqa AKP-MHP'ê hem Tirkiyeyê hem jî Adalarê dabeşî taxan kirine û dixwazin bekaya xwe bidomînin. Gul got: "Em li Adalarê dîwarên taxan naxwazin. Em ê tevî hemû gelan bimeşin."
Namzetê CHP'ê yê Adalara Stenbolê Erdem Gul behsa projeyên xwe û xebatên hilbijartinê kir.
'KES BI ŞÊNIYÊN ADALARÊ NAŞÊWIRE'
Gul, diyar kir ku Adalar xwedî mîrateyeke dîrokî û çandî ye, lê belê niha gelek pirsgirêkên wê hene. Gul got: "Lê pirsgirêka mezin jî ew e ku kes bi şêniyên Adalarê naşêwire û pirsgirêkan çareser dikin. Ji ber nifûsa Adalarê hindik e, mirov dikare yeko yeko bi mirovan re biaxive û pirsgirêkan çareser bike. Mirov doza projeyên pir mezin nakin. Mirov dixwazin qalîteya Adalarê zêdetir bibe û li qada navnetewî bê naskirin."
Erdem Gul, destnîşan kir ku wexta ew bi ser bikevin ew ê di navbera mirovan de pira ragihandinê xurt bikin û heta ew bi şêniyên Adalarê neşêwirin ew ê tu pirsgirêkê çareser nekin. Gul, bilêv kir ku ew çi bikin ew ê tevî gelê Adalarê bi hev re bikin û got: "Adalar, 45 deqîqeyan dûrî Stenbolê ye lê belê avhewaya wê ji ya Stenbolê cudatir e. Li vira mirov dikarin 5 mehan têkevin behrê. Lê ji ber perav hatine dagirkirin mirov nikarin têkevin behrê. Em ê hewl bidin ku mirov bi rihetî bikaribin têkevin behrê. Her wiha pirsgirêka gihaniyê jî heye. Êdî wapûrên mezin ên berê pir naçin û nayên. Mirov doza wapûrên kevn dikin. Divêê Adalar bibe girava çand û hinerê. Li vira di warê sînema, şano, muzîk, resm hwd. de gelek tişt pêkan in. Loma em ê li Adalarê çalakiyên çand û hunerî zêde bikin û veguherînin rewşeke navnetewî."
‘LI DIJÎ FERASETA BERBERÎBÛNÊ ALTERNATÎFEK'
Gul, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi salan e berberîbûn ketiye navbera civakê û got: "Li Adalarêî tim û tim nasname û baweriyên cuda bi hev re jiyane. Di navbera wan de pevçûn çênebûne. Ev ji bo me dewlemendiyeke mezin e. Em ê hewl bidin ku ev nasname û baweriyên cuda hîn baştir bi hev re bijîn. Em ê vê yekê di çarçoveya azadî, demokrasiyê de bikin. Wexta ev pêk bê, wê li dijî feraseta berberîbûnê bibe alternatîfek e."
Gul, diyar kir ku îtifaqa AKP-MHP'ê tenê qala "bekayê" dike û got: "Bi nirxên civakê dilîzin. Dixwazin çand û edeta bi sedan sal e ji holê rakin. Berberîbûna wan tenê ji bo bekaya wan e. Tenê xeteke wan neguherbar heye, ew jî pêkanîna îktîdara wan e. Em jî dibêjin, em li dijî bekaya wan bekaya gel diparêzin. Em doza bekaya alîgirên AKP û MHP'iyan jî dikin."
‘EM Ê BI HEV RE BIN'
Gul, anî ziman ku ew wek CHP'ê xebatên xwe bi rê ve dibin û got: "Bêyî cihêkarî em ê bi awayekî wekhev nêzî hemû derdorên li Tirkiyeyê dibin. Loma em bi partiyên din re ne jî. Em ê ji HDP, Partiya ÎYÎ, AKP û MHP'ê jî dengan bigirin. Çimkî ew jî demokrasiyê dixwazin. Ew jî dixwazin nan bibin mala xwe. Ew jî dixwazin zarokên wan kêfxweş û biaram bin. Loma divê mirov dîwarên di navbera taxan de rake. AKP, Tirkiyeyê dabeşî dîwarn dike. Em dîwarên taxan naxwazin. Em naxwazin Tirkiye bi taxan perçe bibe. Em dixwazin hemûyan bikin yek. Li Adalarê jî dîwarên taxan tune ne. Em li gel hemû hilbijêran e."
‘ADALARÎ ÇI BIXWAZIN WÊ EW BE'
Gul, bang li şêniyên Adalarê jî kir û got: "Hilbijêrên Adalarê, hilbijêrên serwext in. Wê hilbijêrên Adalarê nehêlin Adalar bibe beton û nehêlin demokrasî bi paş ve biçe. Bila Adalarî kêfxweş bin, bihêvî bin. Em ê xwedî li girava wan derkevin. Ez ê bêyî wan tu tiştî nekim. Ew çi bixwazin wê ew be."
MA / Ferhat Çelik