* Farûk Aras ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku rewşa hevalên wî yên ji 26'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ne di asteke pir krîtîk de ye û hevalên wî pir zihîf bûne, birîn di canê wan de derketiye û nikari
* Wê li Îdirê, di 29'ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin. Jinên îdirî ji bi Newrozê dest bi dirûtina kofiyên bi navê dêre û mêzer kirin. Jinan, bilêv kir ku ew ê careke din qada Newrozê rengîn bikin û gotin: "Em ê îsal hem Newrozê hem jî 31'ê Adarê pîroz bikin."
* Namzetê CHP'ê yê Adalara Stenbolê Erdem Gul, diyar kir ku îtifaqa AKP-MHP'ê hem Tirkiyeyê hem jî Adalarê dabeşî taxan kirine û dixwazin bekaya xwe bidomînin. Gul got: "Em li Adalarê dîwarên taxan naxwazin. Em ê tevî hemû gelan bimeşin."
* Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku berê mirin zêde çêbibin divê tcerîd bi dawî bibe.
* Hatîce Çevîk ku di Komkujiya Gara Enqereyê de keça wê û meta wê jiyana xwe ji dest dan, niha Namzeta HDP'ê ya Şaredariya Pirsûsê ye. Çevîk, diyar kir ku ew ê ewilî peykerê 33 ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin çêbike.
* Parlementerê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî anî ziman ku wê di hilbijartina 31'ê Adarê de ji partiya wan herî kêm 60 hezar kes li ser sindoqan peywirdar bin û bang hemû kesên qeyûman naxwazin kir ku bibin peywirdar.
* Li navçeya Erebgirê ya Meletiyê dayika 85 salî Zeynep ji HDP'iyên ji bo hilbijartinê dixebitin re gotibû: "Tenê kurek min heye. Ew jî Demîrtaş e. Wî ji girtîgehê derxînin." Selahattîn Demîrtaş jî ji girtîgehê kartek ji dayika Zeynep re şand.
* Gulîstan teymûr, dayika Leyla Teymûr ku li Girtîgeha Jina ya Tarsûsê 71 roj in di greva birçîbûnê de ye, xwest kurd bibin yek û got: "Heke bivê em ê bi malbatî têkevin greva birçîbûnê."
* Ayşe Koyûn, dayika Agît Yildizê ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bang li Wezareta Dadê kir ku li gor qanûnan tev biger û got: "Her diçe zarokên me dihelin. Divê dewlet rojek berî rojekê qanûnên xwe pêk bîne."
* Hakî Turgay ê 26 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye got: “Me hêj nû dest bi berxwedanê kiriye.” Bavê Turgay, Arîf Turgay jî banga lezgîn kir û got: “Her saet pirr girîng e. Ji bo çareseriyê divê demildest bikevin tevgerê.”
* Xwişka Bîrdal Abay ê 81 rojin di greva birçîbûnê deye Gulten Abay, bang li hemû malbatan kir û got: “Em bibin yek, bila kes nemire.”
* Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê bi awayekê awarte li avahiya HDP'ê ya Amedê kom bibe. (10.00).
* 6’emîn danişîna doza derbarê rojnameger Ziya Ataman ku girtiye, dê li 1’emîn Dadgah Cezayê Giran a Şirnexê bê dîtin. (09.00)
* Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, dê derbarê çalakiyên grevên birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyan de li avahiya xwe civîna çepemeniyê li dar bixe. (12.30)
* Parlementerê TÎP’ê yê Hatayê Bariş Atay, dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, esnafên navenda Şirnexê ziyaret bike û dûre bi ciwanan re bicive. (14.30)