Bi sedan siyasetmedarên Kurd li ber PE'ê dest bi çalakiyê kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN -   Bi sedan siyasetmedarên kurd li ber avahiya Parlamenta Ewrpayê (PE), li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê kirin. 
 
Bi sedan siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî û demokratîk ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li ber avahiya Parlamenta Ewropayê (PE) dest bi greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê kirin. Çalakgerên ku 5 rojan çalakiya rûniştinê pêk bînin, bang li welatên Ewropayê kirin ku li dijî tecrîdê tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Ji çar aliyên Ewropayê Kurdistanî û nûnerên sazî û partiyan tevlî çalakiyê bûn. Beşdarên çalakiyê diyar kirin, berxwedan wê roj bi roj mezin bibe.
 
KARTAL: SEBRA GELÊ KURD NEMA 
 
Çalakiya rûniştinê bi mîtîngekê dest pê kir û nêzî hezar Kurdistanî tevlî bûn. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, axivî û diyar kir, gelê Kurd li dijî tecrîdê hatiye wê radeyê ku biteqe. Kartal anî ziman, ewladên gelê Kurd tecrîdkirina Ocalan qebûl nakin û bi bîr xist, bi hezaran kesên li girtîgehan di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne. Kartal da xuyakirin, heta niha sê girtiyan li girtîgehê çalakiya fedayî kirine û bi Ûgûr Şakar re 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Kartal ji CPT, sazî û dewletên berpirsyar xwest ku bikevin nava liv û tevgerê.
 
TJK-E: JIN TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN Û WÊ DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN
 
Nûnera TJK-E'yê Zozan Serhat jî anî ziman ku gelê Kurd tecrîdê teqez qebûl nake û diyar kir li dijî tecrîdê û dîlgirtina Ocalan berxwedaneke mezin a fedayî heye. Nûnera TJK-E'yê sazî û welatên ku li pêşberî polîtîkaya tecrîdê ya faşîzma AKP-MHP'ê bêdeng in bi tundî rexne kir û ragihand, berxwedana li dijî tecrîdê bi pêşengiya jinan dest pê kiriye. Serhat, destnîşan kir ku jin wê bi rengekî tund li dijî tecrîdê li ber xwe bidin û heta tecrîd bidawî bibe wê têkoşîna xwe mezin bikin.
 
DÎCLE BAL KIŞAND SER DURÛTIYA EWROPAYÊ
 
Parlamenter û Hevserokê KCD'ê yê berê Hatîp Dîcle jî diyar kir, berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan roj bi roj mezin dibe û destnîşan kir, gelê Kurd wê tecrîda ku faşîzma AKP-MHP'ê ferz dike têk bibe. Dîcle têkbirina faşîzmê ya di dîroka Ewropayê de bi bîr xist û got, dema ku mijar Tirkiye be pîvanên namzetiyê yên Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê bi cih nayên anîn. Dîcle bi bîr xist, Kurdan tevî gelên din li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên ku li welatên Ewropayê komkujî dikir şer kirin, lê belê bersiv ji daxwazên herî demokratîk ên Kurdan re bersiv nayê dayin.
 
KOÇ NERAZÎBÛN NÎŞANÎ EWROPAYÊ DA
 
Li ser navê KNK’ê Hevserok Nîlufer Koç diyar kir ku welatên Ewropayê li dijî tecrîdê bêdeng dimînin û piştgiriyê didin polîtîkayên faşîst.
 
Hevserokê Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê Fîkret Îgrek jî diyar kir ku tecrîd dûmahîka komploya navneteweyî ye. Îgrek diyar kir ku Ewropa nirxên xwe binpê dike û bang li CPT û Konseya Ewropayê kir ku bila li dijî tecrîdê têkevin nav hewldanan.
 
KOÇER: ŞAKAR LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN QIRÊJ ÇALAKIYEKE FEDAÎ KIR
 
Hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer jî bal kişand ser helwesta Elmanyayê û diyar kir ku Ûgûr Şakar li hemberî van polîtîkayan bedena xwe daye ber agir. Koçer got ku wê bi geşkirina berxwedanê re tecrîd were şikandin.
 
Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger jî Alî Mahsûn jî diyar kir ku ew çalakiyên greva birçîbûnê silav dikin. Nûnerê TCŞ’ê diyar kir ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên wan e û got ku “ Bi tecrîda li ser Rêber Apo re, tecrîd li ser Kurdistanê hate kirin. CPT di serî de gelek saziyên navneteweyî li hemberî tecrîdê bêdeng dimînin.”
 
Nûnerê TCŞ’ê Alî Mahsûn bi domdarî got; “Umît Acar, Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û herî dawî Medya Çinar li dijî tecrîd û taritiya li ser gel tê ferzkirin bûn ‘ronahî’. Ciwanên Kurd jî wê bi heman şêweyê fedekarî têbikoşin. Em jî ciwanên Kurd heta şikandina tecrîdê divê vê ronahiyê bişopînin û li ser qada lê ne veguherînin serhildanê.”
 
Li ser navê PJAK’ê Ronak Sene jî axivî û got çar parçeyên Kurdistanê li dora Ocalan bûne xelek. Sene wiha domand; “Gelê Kurd bi yekîtiyê wê politîkayên qirkirin û tecrîdê hilweşîne. Ji mirinên berxwedêrên grevên birçîbûnê Ewropa jî berpisyar e.”
 
CÎK: TECRÎD ZILM E; DAWÎ LI ZILMÊ BÎNIN
 
Li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Melle Saleh axivî û got; “Gelê Kurd zilma tecrîdê qebûl nake û li dijî vê li ber xwe dide. Tecrîd ne li gorî Îslam û hemû baweriyan e. Bi tecrîdê re li ser gelê Kurd zilm tê kirin û gelê Kurd êdî vê zilmê qebûl nake. Divê kesên dibêjin ez Misilman im, sosyalîst û demokrat im piştgiriyê bide gelê Kurd û welatên Ewropa jî xwedî li nirxên xwe derbikeve nebe hevkarê zilmê. Tecrîd bi têkoşîna gelê Kurd û hemû gelan wê were şikandin.”
 
Greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Parlamentoya Ewropayê bi sirûd û stranan didome.
 

Sernavên din

27/03/2019
09:37 Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê, buroya hilbijartinê ya HDP'ê girt
09:36 HDP, hilbijêrên ne li herêmên xwe dibe ser sindoqên wan
09:35 Leyla Guven li dijî tecrîdê 140 rojin têdikoşe
09:29 DEDAŞ'ê di salekê de bi awayekî neheq 100 milyon TL bi dest xistiye!
09:28 Kaplanê ku 27 sal in girtiye: Moralê me xurt e, em ê bi ser bikevin
09:27 Yurdatapan: Divê civak ji bo grevên birçîbûnê dengê xwe bilind bike
09:26 Bûyerên 28'ê Adarê: Ez ê tazmînata xwe bidim, lê ez ê îhlala xwe jî bikim
08:54 Atak ku 103 roj in di greva birçîbûnê de ye: Ji xeynî berxwedanê alternatîfek din tune ye
08:53 ROJEVA 27'Ê ADARA 2019'AN
26/03/2019
17:19 Prof Dr. Fincanci: Ji bo mirin bi dawî bibe tecrîdê rakin
16:56 Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat berdan
16:27 TOHAV banga lezgîn li CPT û NY kir: Werin Tirkiyeyê
16:22 Parlementer Işik: Ya xirab feraseta we ye ne hewa û kostere
16:15 ÎHD û TÎHV: Êdî bila îktîdar berpirsiyariya xwe pêk bîne
15:48 HDP, KCD, DBP û HDK: Berpirsiyarê mirinan îktîdar e
15:39 Kemalbay a HDP’î: Ji bo rakirina tecrîdê em dengê xwe bilind bikin
15:03 Parastina Medya Çinar: Tişta me dixwest xweserî bû
13:42 Waliyê Wanê tev li mîtînga AKP'ê bû
13:34 HDP’ê li Sêrtê bang hilbijêrên bihereket kirin
13:03 Hevserokê HDP'a Antalya: Belavokên korsan nişana têkçûnê ye
13:03 Ozguneş ê HDP’î: Qeymeqam, dozger û amîrê emniyetê ji bo AKP’ê deng dixwazin
13:02 Di 6 mehan de ceyran ji sedî 22.6, xaz ji sedî 27 zem kirin
12:09 MYK'a HDP'ê li Amedê kom bûn
12:00 Girtiyên di grevê de: Em dîrokê sererast dikin
11:59 37 kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan
11:56 11 kes li Wanê hatin girtin
11:34 Li Dihê û Şaxê 9 kes hatin binçavkirin
11:31 Rojnameger Ataman serbest bernedan
11:21 Parêzer ji bo biçin Îmralî cara 801’emîn ser lêdan kirin
11:03 Denîz Kaya: Divê rêhevalên zindanan takekesî tevnegerin
10:43 Karabay ê hat berdan li malê çalakiya xwe dewam dike
10:37 Bakkalci: Çareserî pir hêsan e, tecrîdê bi dawî bikin bes e
10:29 Destûr nedan konê şîna Çinar bê danîn û ceza dan traktora kon bar kir
10:20 Girtî Alkan: Ne ji bo desteka me ji bo xwe li ber xwe bidin
10:09 Girtî Tekîn: Divê gel êdî deng derxîne
09:46 'Em bibin yek bila kes nemire’
09:45 Hakî Turgay: Me hêj nû dest bi berxwedanê kiriye
Şahidê Zîndana Amedê: Ji bo girtiyan her saet girîng e
09:18 Dayika Rojnameger Guleş: Bila gav bên avêtin
09:17 Wê Mala Bukarkî di 31'ê Adarê de li cem HDP'ê be
09:16 ‘Zarokên me dihelin, divê qanûn pêk bên'
09:16 ‘Ger bivê em ê bi malbatî jî têkevin greva birçîbûnê'
09:14 Demîrtaş ji dayika meletiyî re kart şand
09:13 Wê HDP bi 60 hezar peywirdarî sindoqan biparêze
09:12 Namzeta Pirsûsê: Ewil ezê peykerê 33 ciwanan çêkim
09:11 Parlementerê HDP'ê Ocalan: Ji bo kes nemire divê tecrîd bi dawî bibe
09:09 Erdem Gul: AKP-MHP Tirkiyeyê dabeş dike, lê em ê bikin yek
09:08 Jinên Îdirê amadekariyên Newrozê dikin
09:07 Girtiyên li Girtîgeha Kirikkaleyê di grevê de nikarin razên
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2019'AN
08:26 Leyla Guven li dijî tecrîdê 139 rojin têdikoşe
25/03/2019
20:27 Medya Çinar hat veşartin: Bi sedan kesên xwestin tev li merasîma cenaze bibin hatin astengkirin
18:49 Bi sedan siyasetmedarên Kurd li ber PE'ê dest bi çalakiyê kirin
18:32 Dadgehê ji 27 kesan 7 kes serbest berdan
18:17 Cendirmeyan heyeta ji bo cenaze çû gund, ji gund derxist
17:56 Temellî: Ji ber hikûmet bêdeng e cenazeyê çaremîn ji girtîgehê derket
16:53 Buldan: Îtîfaqa wan îtîfaqa Susurluk û Torosên Spî ye
16:14 Der barê rojnameger Salman û 10 kesan de biryara girtinê
16:07 Namzetên 3 bajarên mezîn hatin Şirnexê: Emê fon avabikin û bixin xizmeta gelê xwe
16:02 Ji bo Ayten Beçet mewlûd xwendin
15:51 Gel eleqeyek mezin nîşanî namzetên HDP’ê dide
15:33 Platforma Demokrasiyê ya Wanê bang li hikûmetê kir: Ji bo çareseriyê zû gavan bavêjin
15:31 Eskeran şandeya çû teziya Zehra Saglam asteng kir
14:27 Cenazeyê Çinar nadin malbatê: Polîsan mudaxileyî koma li ber morgê kir
14:26 Rêxistinên civakî yên Amedê: Hişyariya ‘dibe ku sibê dereng be’ kirin
14:09 Arslan: Kurd wê bersîvê bidin zilmkaran
13:35 Li Şemzînan qeza: 12 kes birîndar bûn
13:04 HDP ji bo belavokên korsan daxuyanî da
12:55 Medya Çinar a çalakî pêk anî, ji doza Nisêbînê girtî dihat darizandin
12:42 Namzetên HDP'ê yên Çewlîgê projeyên xwe parve kirin
12:41 Girtiyên di greva birçîbûnê de: Hirsa me ya serkeftinê mezintir bûye
12:18 Li Cizîrê bîlançoya lehiyê giran e
11:55 Girtiyên li Odemîşê: Êdî veger tuneye, em banga piştevahiyê li hemû kesan dikin
11:55 ÎHD û TÎHV: Greva birçîbûnê di rewşa krîtîk de tecrîdê rakin
11:49 Li Girtîgeha Mêrdînê jinek girtî dawî li jiyana xwe anî
11:15 Namzetên Hevşaredariya Bedlîsê: Em xwedî li deng û sindoqan derkevin
10:32 Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsusê di bin avê de ma
10:20 'Nebin hevkarê vî sûcî, deng bidin dengê me’
10:05 Leyla Guven 138 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
09:24 Girtiyan: Heta daxwaza 7 hezar girtiyan neyê qebûl kirin emê çalakiya xwe bidomînin
09:23 6'emîn danişina doza Rojnameger Ataman ê di grevê de sibê ye
09:23 Hevala kawîşê ya Beçet: Dixwest wekî Sema Yuce bibe dîrok
09:12 ‘Çûyîna hilbijêrên me ya ser sindoqan asteng dikin’
09:11 Parêzer Uysal: Di mehekê de 4 dadgerên li Îmraliyê dinêhirin guherîn
09:11 Malbatên Şirnexî: Dema dor tê me çareseriyê nabînin gelo?
09:10 ‘Yên wecîbeyên olî asteng dikin ji Îslamê dûr bûne’
09:05 Li Girtîgeha Alanyayê 25 girtî di greva birçîbûnê de ne
09:05 Kovara Folklora Me: Zargotin pişt e, folklor her tişt e
09:02 Namzetên Hevşaredariya Îdirê banga mitîngê kirin: Mitîng dê bibe mizgîniya 1’ê Nîsanê
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARÊ YA NAVENDA NÛÇEYAN
08:23 Cizîr di bin avê de ma: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
07:47 Cenazeyê Saglam di bin dorpêç û zextên eskeran de defin kirin
24/03/2019
21:25 Esker û polîsan nehişt parlamenter biçin gundê Saglam
20:05 Waliyê Mûşê gundê ku Saglam lê bê definkirin ketin û derketin qedexe kir
18:10 Temellî bang li wezîrê dadê kir: Gunehê van di situyê we de ye
17:10 Şenoglu: Teqez wê tecrîd bê şikandin
Buldan: Em bi coşa Newrozê ders bidin zilmkaran
16:56 Li Wanê welatî ji bo Zehra Saglam meşiyan
16:54 'Tecrîd mirina her roj e'
16:47 Namzetên Şaredariya Colemêrgê projeyên xwe eşkere kirin
16:36 Heyeta Norveç: Qewimandinên li Tirkiyeyê şermê dide me
16:26 Li Paytextê Tirkiyeyê Newroz pîroz kirin: Vî dengî bibihîsin, tecrîdê rakin