MÊRDÎN - Dadgeha Cezayê Silhê ya Mêrdînê, ji 27 kesên ku polîsan li Mêrdînê binçav kiribûn jê 7 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan.
Polîsan di serdegirtina malan de 27 kes li Mêrdînê binçav kiribûn. 7 kesên ku li dozgeriyê îfade dan, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sihlê kirin. Heyeta Dadgeha Cezayê Silhe jî piştî li îfadeya 7 kesan guhdar kir, bi şertê kontorla edlî serbest berdan.
20 kesên din ên hatibûn binçavkirin jî hêj lêpirsîna wan a li midûriyeta polîsan a Mêrdînê didome.