MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyê Medya Çinar ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anî, çûn gundê Margîkê, lê vbelê cendirmeyan ew ji gund derxistin.
Ji bo cenazeyê Medya Çinar ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anî wesayîta cenazeyan nedan malbatê. Li ser vê malbatê wesayîta cenaze ji Amedê anî. Malbat li benda wesayîta cenaze ye. Beriya hatine cenaze leşkeran gundê Margîkê yê Qoserê dorpêç kir.
Heyeta ku Dayikên Aştiyê jî di nav de beriya cenaze çû gund lê belê leşkeran ew ji gund derxistin û nahêlin kes têkeve gund.
Tê payîn ku wê çend saet şûnde cenaze bê wergirtin û li gund bê veşartin.