ÇEWLÎG – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mitînga partiya xwe ya Çewlîgê de axivî û got: “Duh li Yenîkapiyê şîrîkê xwe Agar û Çîller jî hilda kêleka xwe û derket ser dikê. Nexwê îtîfaqa we îtîfaqa Susurluk û Torosên Spî ye.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û heyeta pêr e çû Çewlîgê û beşdarî mitînga partiya xwe ya li vir bû. Beriya mitîngê Buldan û şandeya pê re di têketina navçeya Dara Hênê de hatin pêşwazîkirin. Buldan û heyeta pê re di otobusa hilbijartinê de li Dara Hênê gel silav kirin û pişt re derbasî qada mitîngê ya li ber Durêyana PTT’ê ya li Navenda Çewlîgê bûn.
Beriya mitîng pêk were bi hezaran welatî li qadê kom bûn û li qadê govend gerandin. Welatiyan bênavber dirûşmên “Bijî berxwedana zîndanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin. Paralmenterê HDP’ê yê Çewlîgê Erdal Aydemîr, Namzetên Hevşaredariya Çewligê Hişyar Ozsoy û Senem Çakas û namzetên hevşaredariyan ên navçeyan beşdarî mitîngê bûn û derketin ser dikê gel silav kirin û kurte axaftin kirin.
‘ROJ DÊ JI ÇEWLÎGÊ HILBÊ’
Namet Çakan got: “Em ê pirr bi hêzdar li Çewligê bi ser bikevin. Wê di 31’ê Adarê de li Çewlîgê roj hilbê û em ê carek din destûr nedin ku roj biçe ava.”
Namzet Hişyar Ozsoy jî got: “Heke gelê Çewlîgê riza nîşanî me bide em ê gelê xwe mehçûp nekin û em vê sozê didin gelê xwe. Em tev bi hev re biçin ser sindoqan û xwedî li dengên xwe derkevin.”
Peyamên Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP’ê yê berê Îdrîs Baluken ên girtî hatin xwendin.
Piştî xendina peyaman Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bi berzkirina dirûşma “Çewlîg bi te serbilind e” derket ser dikê û gel silav kir.
‘WÊ DERSA XWE BIGIRIN’
Buldan di mitîngê de wiha axivî:
“Îro ji ber em li Çewlîgê ne em ser bilind in. Dema ez li girseya Çewlîgê dinêrim dibînim ku her ku diçe em pirttir dibin. Divê di 31’ê Adarê de ji bo Çewlîgê bibe xala werçerxê. Em dizanin gelê me yê Çewlîgê bi çi zehmetiyan re rû bi rû ye. Şaredariya vir bi salan AKP’ê bi dest xist. Em lê dinêhirin AKP kevir daniyeye ser kevir. Hemû rê û kolan herî ne. Nirxa ku didin gelê me ewqas e. Wezîrek ji vir lê tenê ji bo xwe dixebite. Li Çewlîgê jî wek bajarên din sewalkarî û çandiniyê qedandin. Li Çewlîgê her ku diçe gel xizan dibe û esnaf deyndar dibin. Yên ku vê polîtîkayê ji bo gelê Çewlîgê rewa dibînin wê di 31’ê Adarê de dersa xwe bigirin.
HDP BÊTIR GIRÊDAYÎ DÎNÊ XWE YE
Ji ber kar nîne ciwanên Çewlîgê heta êvarê betal in. Ji ber polîtîkaya xîzankirinê gelê Çewlîgê neçar e koçî rojava bikin. Vê axê anîn wî halî ku însan wek karker diçin koçberiyê. Lê ev yek ne di xema kesî de ye. Ew tenê alîgirên xwe difikirin. Ji bo Çewlîgê bi qasî serê derziyê xizmet nekirine. Çimkî ew hemû razemeniya xwe ji bo Qesrê dikin. 80 milyon însan ji bo Qesrê dixebite. Tenê lêçûyîna Qesrê ji gelê Çewlîgê re razînin dê li vir pirsgirêka bêkariyê nemîne. Ji bo me van hemû tiştan tînin ziman me bêdîn û bêîman îlan dikin. Yaw rojek ji devê we gotinek xweş ji bo gel derketiye û gotinek ku gel bi bawer bike derketiye? Yên ku ji me re dibêjin bêdîn û bêîman bila viya baş dizanibin, gelê Çewlîgê jî û HDP jî hin bêtir girêdayî Xweda û dînê xwe ye.
Gelê hêja di bîr û baweriya me de cudakarî û derewkarî nîne. Lê kar û barê AKP’Ê ew e bi şev û rojan derewan dike û êrîşî HDP’ê dikin. Serokkomerek kîndar û xwedî bi gotinên nefret heye, heta êvarê me tehdît dike û gotinan ji me re dibêje. Lê wê hewldanên wî bi ser nekevin.
ÎTÎFAQA WAN ÎTÎFAQA SUSURLUK Û TOROSÊN SPÎ NE
Îtîfaqa Cumhur duh li Yenîkapiya Stenbolê mitîngek li dar xistin. Me di mitînga wan de dît ku kî dane kêleka xwe. Duh li Yenîkapiyê şîrîkê xwe Agar û Çîller jî hilda kêleka xwe û derket ser dikê. Nexwê îtîfaqa we îtîfaqa Susurluk û Torosên Spî ye Ew kesên duh we wan derxist pêş em dîroka wan a derbasbûyî baş nas dikin û dizanin. Em serdema Agar û Çîller baş dizanin. Hemin we wisa ji wan hez dikir lê çima we wan nekir namzetên xwe. We yek li Enqereyê yek jî li Stenbolê bikira namzetên xwe. Wê demê wê dersa we bihata dayîn. Em dibînin ku îtîfaqa wan deriziye. Qet meraq nekin piştî hilbijartinê wê îtîfaqa wan wisa ji hev belav bibe dê tîpa wê ya ‘î’ nemîne. Wê bibin wek noka li tatê ketî.
Li dijî van hemû kirinên AKP’ê û faşîzma wan em hêvîdarin wê gelê me yê Çewlîgê tercîha xwe ya 31’ê Adarê rast bikar bîne.
WEZARET WÊ KENGÊ MIRINAN BIBÎNE
Berxwedana Leyla Guven û bi hezaran girtî dewam dike. Daxwaza wan daxwazek rewa ye. Li zîndanan însan jiyana xwe ji dest didin. Baş e wê Wezareta Dadê kengê van mirinan bibîne? Wê kengê fêm bikin ku berpirsê van mirinan ew in? Em carek din bang li Wezareta Dadê dikin. Divê demildest tecrîdê rakin û Leyla Guven û hevalên xwe bijîn.”
Mitîng bi konsera Koma Çiya bi dawî bû.
Buldan di nava hefteyê de dê li Mûş, Bedlîs, Agirî û Îdirê beşdarî mitîngan bibe.