MÊRSÎN – Li Mêrsînê xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Tuba Salman jî di nav de der barê 11 kesan biryara girtinê hat dayîn.
Di 13’ê Adarê de li Mêrsînê di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê dabû destpêkirin de polîsan bi ser malan de girtibû. Di serdegirtina malan de xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê Murat Sekmen û Tuba Salman, endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Mêrsînê jî di nav de 14 kes hatib ûn inçavkirin. Binçavkiriyan îro derxistin dozgeriyê û her 14 kes jî li dozgeriyê bi îdaya “endamên rêxistinê ne” hatin sûcdarkirin. Dozgeriyê, rojnameger Murat Sekman jî di nav de der barê 3 kesan de biryara kontrola edlî da. Der barê 11 kesan de jî bi îdaya “endamên rêxistinê ne” biryara girtinê da û sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir.
Yên hatibûn binçavkirin navên wan wiha ne: Xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê Murat Sekmen û Tuba Salman, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’a Mêrsînê Senem Guven, Hûzbullah Ekîncî, Beşîr Kutlu, Baran Kalabay, Vedat Turgut, Diyar Turgut, Abdurrahîm Demîr, Agît Sezer, Fatma Oksuz, Hogir Hazar, Rojda Salman û Bariş Aydin.