ŞIRNAK - Namzetên HDP'ê yên Hevşaredarên 3 bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdîn hatin Şirnexê û bi gel re civiyan. Namzetan, diyar kirin ku gelê Kurd dê bi vîna xwe qeyûman têk bibe û ewê fonekê ava bikin û bixin xizmeta gelê xwe.
Namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli û Namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozlgokçe, di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê de, li oteleke Şirnexê bi gel re civiyan. Namzetên HDP'ê di ketina navçeya Cizîrê de, li gundekê ji aliyê komek HDP'iyan ve hatin pêşwazîkirin. Parlementerên bajêr Huseyîn Kaçmaz, Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş namzetan re tevgeriyan. HDP'î li ser rêyan û rêgehan ji aliyê welatiyan ve bi nîşaneyên serkeftinê hatin pêşwazîkirin. HDP'iyên gehiştin Şirnexê derbasî otelê bûn û bi gel re civiyan.
Li Otelê HDP'î ji aliyê bi sedan kes ve, bi lêxistina çepikan û tilîliyan hatin pêşwazî kirin. Wekîlê HDP'ê Ozguneş dest pê kê axivî û girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî kirin, bibîr anîn.
Namzeta Hevşaredariyê Bajarê Mezin a Wanê ya Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) Bedîa Ozgokçe Ertan, namzetê Hevşaredariyê Mezin a Amedê ya HDP'ê Selçuk Mizrakli û namzetê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk, hatin Şirnexê û bi gel re civîn li dar xistin. Namzetên hevşaredariyê li Şirnexê bi konvoyekê hat pêşwazîkirin. Li salona otelekî bi gel re civiyan. Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, namzetên şaredariya Şirnexê Nurcan Alturk û Hîşyar Osal û namzetên şaredariyê yên nawçeyên Şirnexê tevlî civînê bûn.
'EM BEXWEDÊRAN SILAV DIKIN'
Parlamenter Hasan Ozguneş, bal kişand ser greva birçibûnê wiha got: "4 hevalên me di girtîgehan de çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Em silavên xwe kesên berxwedêr re dişînin. Em tu carî vîna xwe teslîm nakin. Em bajarên ku lê dijîn jî teslîm nakin."
'WELAT YA ME YE, ŞIRNEX YA ME YE'
Namzeta Hevşaredariyê Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, destnîşan kir ku 138 rojin Leyla Guven û girtî di greva birçibûnê de ne. Bedîa wiha axivî: "Gelê Kurd tu carî serî netewand. Dewlet vîna xwe tune dihesibîne. Dest danîn ser mafê bijartin û hilbijartinê. Ji bo me 31'ê Adarê girîng e. Em ê li dijî hîleyan heta dawiyê têbikoşin. Li dijî gel îttîfaq tê pêşxistin, dostê kî ne em baş dizanin. Kesên ku di salên 90'î de qetlîam pêk anîn, ji van re îttîfaq çêdikin. Em ê li dijî îttîfaqan, bi hêzin û em ê teqez qezenç bikin. Em ê 31'ê Adarê qezenç bikin. Welat ya me ye, Şirnex ya me ye."
'JI BO ME ŞIRNEX AMEDE Û AMED JÎ ŞIRNEXE'
Namzet Selçuk Mizrakli jî, di civînê de axivî û diyar kir ku demek pir zehmet û zor e û wiha got: "Ji bo aştî pêk bê bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest da. di rojên dawiyê de 5 civan ji bo jiyaneke azad xwe feda kir. Divê kesên bi wijdan baş bifikire. Divê em bibin dengê berxwedêran. Ji bo me Şirnex Amed û Amed jî Şirnex e.
'GEL DÊ BERSIV BIDE QEYÛMAN'
Ahmet Turk jî bal kişand ser berxwedana gel û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî Gelê Kurd siyasetek qirêj pêk tê. Lê gel sed salin têdikoşe. Gel dê ji bo pêşeroj û azadiya xwe dîsa bersivê bide siyaseta qirêj. Îro Leyla û bi hezaran heval ji bo azadiya gel berxwe dide. Li hemberî kurd siyaseteke dijminatî tê meşandin. Li dijî dijminatiyê em ê bibin yek. Dê 31'ê Adarê gel bi vîna xwe dê li hemberî kayûman bersivek bide û bi ser keve.
Di heman demê de, namzetên şaredariya Şirnexê Hîşyar Osal û Nurcan Alturk derketin ser dikê û der barê hilbijartinên herêmî de axivîn.
Piştî civînê namzetên şaredariyên HDP'ê berê xwe dan Cizîr e.