NAVENDA NÛÇEYAN – Çend roj ji hilbijartinê re maye. Namzetên HDP’ê yên hevşaredariyan jî derî bi derî digerin û di nava eleqeya gel de xebatên xwe birêve dibin.
Çend roj ji hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê re man. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariyan lez dan xebatên xwe. Namzet bi şev û roj bênavber xebatên xwe birêve dibin û her cihê diçinê rastî eleqeya hilbijêran ango gel tên.
BEDLÎS
Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Celadet Gaydalİ, Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nîmetullah Erdogmuş, Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Xîzanê û rêveberên HDP’ê li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê çûn serdana esnafan. Gel û esnafan eleqeyek mezin nîşanî HDP’iyan dan. HDP’iyan li pirsgirêkên esnafan guhdar kirin û destek ji wan xwestin.
PEYAMA DEMÎRTAŞ Û ÎHSAN UGUR LI GEL BELAV KIRIN
HDP’iyan peyama Hevşaredarê Xîzanê Îhsan Ugur ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin û Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li gel belav kirin.
WAN
Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Seraya Wanê Caziey Duman û Şahabettîn Bîlmez jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn gundê Şerefxanê ya girêdayî Serayê û du malbatên li hev dabûn li hev anîn. Namzeta Hevşaredariyê Caziye Duman di civîna bi ciwanên her du malbatan re li malekê demek dirêj axivî û got: “Her tim em alîgirê aştî û biratiyê ne. Pevçûnên bi vî rengî yên di navbera gelê me de me xemgîn dike. Me çawa vê pevçûnê bihîst me xwest em bi aştiyane bi encam bikin. Em ê her tim ji bo aştî û biratiyê bixebitin û em ê her tim bayê aştiyê ba bikin.”
Piştî axaftinê namzetan malbatan li hev anîn.