MÛŞ - Şandeya ji HDP, HDK û DBP’ê pêk tê, ji bo teziya Sehra Saglam a bi armanca şermezarkirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn, çû gundê Xînzor a navçeya Gimgim a Mûşê, lê leşkeran bi hinceta walîtiye “Qedexe kiriye” destûr neda. Şandeya ketina wan a gund hat astengkirin, banga rakirina tecrîdê kirin.
Şandeya ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP’ê pêk dihat, ji bo teziya Sehra Saglam a bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîn, çû gundê Xînzor a navçeya Gimgim a Mûşê, lê leşkeran destûr neda ku şande derbasî gund bikine
Şandeya dinav de Serokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Hevberdevka HDK’ê û Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlementerên HDP’ê heyîn, li ser Pira Abdurrahman Paşa ji aliyê leşkeran ve hat rewestandin. Leşkeran diyar kirin ku Walîtiya Mûşê, ji bo 15 rojan ketin û derketina gundê Xînzor ji bo 15 rojan qedexe kiriye û ewê destûr nedin derbasî gund bibin. Şandeyê li ser vê yekê li ber barîkata leşkeran daxuyanî da.
Arslan, daxuyanî da û wiha got: “Ji ber qedexeyê duh jî destûr nedan ku em tevlî definkirina cenaze bibin. Bi van qedexeyan naxwazin em civakê bibînin û cikariyê dikin. Ger Kurd dê li ser vê axê nekarin şînên xwe girê bidin, cenazeyên xwe defin bikin û serxweşiya hev bikin, êdî tu wateya ku Kurd behsa yekitiyê bikin, nemaye. Ev zextên li ser siyasetmedarên Kurd nayên qebûlkirin. Ev rewş dê felaketa welat bi xwe re bîne. Berpirsê mirinna desthilatdarî bi xwe ye.”
“JI GIRTÎGEHAN HER ROJ TABÛTEK DERDIKEVE’
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî, bertek nîşanî astengiya walitiyê da û wiha got: “Ev tiştên em dijîn, em nikarin bînin ser ziman. Mirovên ciwan ji bo rakirina tecrîdê dawî li jiyana xwe tînin. Divê Wezareta Dadê zû biz û gav bavêje. Her roj ji girtîgehan tabût derdikevin. Kêliyek berê me agahiyek din jî girt. Li girtîgeha Mêrdînê jî, girtiyek jin dawî li jiyana xwe aniye. Em carek din bang dikin, werin em bihevre tecrîdê rakin. Em pêşiya mirinan bigirin. Em erka xwe bi cih bînin.”
Şande piştî daxuyaniyê vegeriya Mûşê.