AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî grevên birçîbûnê daxuyanî da. Ji endamên Platformê Mehmet Şîrîn Gurbuz got: “Dibe ku sibê dereng be. Ji bo hin bêtir kes jiyana xwe ji dest nedin divê rayedarên hikumetê temildest bikevin tevgerê. Em banga lezgîn dikin ku berpirsiyariya xwe bînin cih.”
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi boneya balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didomin li Şaxa Hejmara 1’an a Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar xist. Gellek nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. li ser navê Platformê Nûnerê DÎSK’ê yê Herêmê Mehmet Şîrîn Gurbuz daxuyanî xwend. Gurbuz bi bîr xist ku ev çend salên dawî ne ji bo pirsgirêka kurd bi şiklek demokratîk neyê çareserkirin pêkanînên antî demokratîk derketine asta herî jor.
Gurbuz anî ziman ku ji bo pêşiya vê pêvajoyê vebibe Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kir û ev grev pêl bi pêş belav bûn. Gurbuz got ew wek platforma ked û demokrasiyê dixwazin daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê ji aliyê rayedarên hikumetê ve bê qebûlkirin û bi lezgînî gav biavêjin. Gurbuz got her ku pêvajo dirêj dibe agahiya mirinan ji girtîgehan tê.
‘TEVÎ HEMÛ BANGÊN ME…’
Gurbuz anî ziman ku tevî hemû hewldan û bangên saziyên civakî guh û çav ji daxwazên çalakgeran re girtî ne û tevî hemû bangên wan ên çareseriyê jî heta niha 4 kesan li welat û kesek jî li Ewrûpayê jiyana xwe ji dest dan. Gurbuz bal kişand ser pêkanînên dij mirovane yên li dijî cenazeyan û got: “Revandina cenaze û astengkirina wecîbeyên olî yên cenazeyan ne di hiqûqa gerdûnî û ne jî di ola îslamê de cihê wê heye.”
BANGA HESTIYARIYÊ
Gurbuz destnîşan kir ku ew naxwazin hin bêtir mirin çêbibin û grevên birçîbûnê hin bêtir veneguhere ber xesarên mezin û got: “Em dixwazin ji daxwaz û rûmeta girtiyan re rêz were girtin. Em carek din diyar dikin ku divê tu girtî di bin şert û mercên tecrîd û îzolasyonê de neyê ragirtin Dibe ku sibê dereng be. Ji bo hin bêtir kes jiyana xwe ji dest nedin divê rayedarên hikumetê temildest bikevin tevgerê. Em banga lezgîn dikin ku berpirsiyariya xwe bînin cih.”