COLEMERG- Li Şemzînanê, qemyon û mînîbusek li hev qulipîn û 12 kesn birîndar bûn.
Li ser Rêbejahiya navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê, qeza rû da û 12 kes birîndar bûn. Mînîbusa Nîzam Firat ê rêwî ji Şemzînan dibirin Geverê, li qemyonekê qulipî. Ji kesên di her du wesayîtan de, 12 jê birîndar bûn. Ekîbên ambûlansê yên hatin cihê bûyerê, birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînan.
Hat diyar kirin ku rewşa birîndaran başe û lêpirsîn derbarê qezayê de, hat destpêkirin.