RIHA - Girtiya li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar a 2 Rihayê Asûman Yaman, diyar kir ku nebin hevkarê vî sûcî û got: “Werin em hemû bi hevre tecrîdê bişkînin û mirinan rawestînin. Ji bo vê deng bidin dengê me.”
Girtiya jin Asûman Yaman a li Girtîgeh Tîpa T a Hejmara 2 a Riha dimîne, nameyek şand û xwest hemû kes ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, beden nemînin. Yaman, da zanîn ku ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye û wiha got: “Ji bo ku mirin çênebin, divê hemû kesên deve, deng bidin dengên girtiyan.”
Nameya Yaman wihaye: “Berxwedana Mezlûman û Kemalan bi agirê Semayan mezin bû. Ev berxwedan bi Leylayan dewam kir û bi qîrîna Zulkufkan berdewam dike. Çalakiya greva birçînê ya di şexsê Leyla Guven de dest pê kir û bi hezaran girtî xwedî lê derketin, di roja 138’an de dewam dike.
KESÊN BI WIJDAN DIVÊ BÊJIN ÊDÎ BESE
Tecrîd rûmeta mirovahiyê dişkîne. Tecrîd rêbazê îşkenceyê ya tunekirin û parçekirinê ye. Tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di heman demê de tecrîdkirina gelê Kurde. Dewlet bi awayekê pir bi tecrîdê sûc dike. Hemû kesên bi wijdan, xwedî wê erkêne ku ji tecrîdê re bêjin êdî bese.
Li aliyekê tecrîd û li aliyê din jî berxwedanek mezin heye. Ev berxwedan heta bêje, daxwazek aştiyane ye. Di serî de bi piştgiriya jin û ciwanan, ev berxwedan gehişt hezaran. Li Girtîgeha Tekîrdagê rêheval Zulkuf li dijî bêdengiya heyî bû qîrîniyek mezin û bilind bû. Çalakakiya wî di me de birînek kûr vekir. Lê em dizanin ku rêheval Zulkuf beşdarî karwana şehîdan û bêmirin bûye. Ji bo ku daxwazên wî bi cih bên, em soz didin ku em ê têkoşîna wî berdewam bikin. Qîrîniya rêheval Leyla, Zulkuf û Ayten, encex kesên bi wijdan seh bikin! Vê qîrînê bibihîsin û dawî li vê pêvajoyê bînin.
Hewl didin ku dengê me neyê bihîstin. Medya heyî bi tu awayî vê pêvajoya krîtîk ku gehiştiye asta mirinê, serwîs nakin. Ji bo tecrîd bişike û bi hezaran mirovên bedena xwe ji mirinê re razandine bijîn, encex bi bertek û berxwedaneke bi hêz a civakî pêkan be. Ger ev bêdengî dewam bike, emê bibin sedemên mirinan. Em nebin hevkarê vî sûcî. Werin em hemû bi hevre tecrîdê bişkînin û mirinan rawestînin. Deng bidin dengê me.”