ŞIRNEX - 6'emîn danîşan doza Rojnameger Ziya Ataman ê li gel nexweş e jî 35 meh in nayê berdan û di greva birçîbûnê de ye, dê sibê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin.
Rojnameger Ziya Ataman ê di 11'ê Nîsana 2016'an de hat girtin û girtî tê darizandin dê sibê 6'emîn danişîna doza wî li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin. Li gel nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Ziya Ataman û 9 kesên girtî, 19 kes doz li wan hatibû vekirin. 6'emîn danişina doza Ataman jî di navde 19 kesan dê sibe li Şirnexê be dîtin. Ataman ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye dê bi rêya SEGBİS tev li danişînê bibe. Ataman, berê jî bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişîne bûbû û îdîayên der barê xwe de red kiribûn.
PRZ. OFLAS: ÎDÎA NE DELİL IN
Parêzerê Ataman Bariş Oflas, diyar kir ku îdîayên der bare muwekilê wî de tên kirin ne delîl in û di bûyeran de Ataman li mala xwişka xwe bû. Oflas, destnişan kir ku îdîayek ne delîl e û îdîaya din di bin îşkence de bi zorê îefade dane îmzekirin. Girtî Kadir Ataman yê ji heman dosyayê tê darizandin jî diyar kir ku wî di bin îşkenceyê de îfade daye û îfadeya xwe paşve kişandibû.