AMED - Hevala Ayten Beçeta ya kawîşê Fatma Yurek, diyar kir ku Ayten bi ruhê azadiyê tev digeriya û xeyala wê her dem dixwest bibe wekî Sema Yuce û bibe dîrok.
Girtiya Siyasi Ayten Beçet di 22'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa M a Gebze, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Hevala Ayten a 4 salan li gel wê di heman kawîşê de ma Fatma Yurek, qala Ayten kir. Yurek diyar kir ku wekî çûkekî bi ruhê azadiyê tev digeriya û wiha got: "Ez di sala 2011'an de bi 'Endamtiya rêxistinê' hat girtin. Di Tîrmeha sala 2018'an de hatim berdan. Beçet jiyana wê pir çalak, têr û tije bû. Dema nû hat temenê wê pir biçûk bû. Bi sekna xwe û kenê xwe hevalek pir giran û têkoşer bû. Perçeyekî têkoşînê bû. Ji hemû hevalan re dibû moral. Her dem dixwest wekî Sema Yuce bibe dirok. Ji bo vegotina Ayten peyv têr nakin."
‘BI KOÇBERÎ Û ZILMÊ MEZIN BÛ'
Yurek, destnîşan kir ku Ayten dixwest piştî azad bû li ser birc û sûrên amedê bibe bafirokek destê zarokekî û bi ezman bikeve. Ev xeyala wê pêk nehat. Lê xeyala wê ya bibe wekî Sema û tev li rûpelê dîrokê bibe pêk hat. Li Amedê nehat definkirin. Her mirov nikare dawî li jiyana xwe bîne. Îro çalakiyek ku deng li hemû cîhanê veda pêk anî. Jinek 24 salî bû. Bi koçberiyê û di bin zilmê de mezin bû. Pir bi jiyanê ve girêdayî bû. Name li pey xwe hişt û di nameya xwe de got 'Min tu carî ew qas xwe azad hîs nekiriye. Yekem car ew qas xwe azad hîs dikim' Gihişt azadiya xwe. Ez dayikek im. Dixwazin demek berî demekê daxwazên girtiyan pêk bê. Em naxwazin êdî ji Girtîgehan darbest derkevin û dayik bigirin. Em naxwazin Zulkuf, Ayten û Zehra jiyana xwe ji dest bidin. Divê gelê Kurd û gelê Tirkiye têkeve nava tevgerê. Divê wezareta dadê zagonên xwe pêk bine û tecrîda rake. Mafê gelê Kurd nas bike. Dawî li terîde binin."
MA / Ozgur Paksoy