AMED – Endamê DÎK’ê Naîf Erdem revandina cenazeyan wek “zilmê” nirxand û got: “Kesên merasîma cenaze asteng dikin ji Îslamê dûr bûne. Tu hukmê mirî nîne, divê rêz bê girtin.”
Piştî bidawîkirina “Pêvajoya çareseriyê” cenazeyên zarokên kurdan ji aliyê polîsan ve bi darê zorê tên veşartin. Rayedarên hikumetê deriyên mizgeft û malên şînên li xwediyên cenazeyan digirin. Merasîma cenazeyan qedexe kirine. Di 19’ê kanûna 2017’an de cenazeyên 267 endamên PKK’ê û YPG’ê yên li Goristan Xerzana Oleka Jor a girêdayî Bedlîsê hatin derxistin û bi hêceta testa DNA’yê birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Ji van cenazeyan tenê 2 cenaze dan malbatan 265 cenaze hêj li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê tên ragirtin û tevî ku malbatan gellek caran serîlêdan kir jî nadin wan.
Pêkanînên veneşartina cenaze, desteserkirina cenaze û revandina cenazeyan didome. Herî dawî cenazeyên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet û Zehra Saglam yên li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anîn jî bi heman rêbazî ji aliyê polîsan ve hatin revandin û nehiştin merasîma cenazeyan pêk bên.
‘LI CENAZE ZILMÊ DIKIN’
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Naîf Erdem têkildarî van pêkanînên li dijî cenazeyan ji ajansa me re axivî. Erdem bal kişand ser pêkanîna cenazeyan û got: “Misilmanek li Misilmanek birayê xwe zilmê nake. Bicih anîna wecîbeyên olî di dînê Îslamê de ferz e. Çi dibe bila bibe divê xizm û nasên cenaze tev li merasîmê bibin. Şûştina cenaze, veşartin, xwendina terqîn erf û edetê dînê Îslamê ye. Heke ev wecîbe neyên cih zilmê li cenaze dikin. Divê gel di ferqa vê zilmê de be.”
‘HUKMÊ MIRÎ NÎNE’
Erdem destnîşan kir ku cihê pêkanîna li dijî cenazeyan de di dînê Îslamê de nîne û got: “Divê Misilman musadeyê nedin pêkanîna li ser cenazeyan. Divê nefretê ji zilmkaran bikin. Pêxemberê me bixwe gotiye dema cenazeyê Yahudiyek jî bê rakirin divê her kes ji ber ve rabe ser piyan û rêzgirtinê nîşan bide. Hukmê mirî nîne. Divê rêzgirtin ji cenaze re bê girtin. Piştî mirinê divê wecîbeyên olî bên cih û hurmet bê nîşandan.”
‘JI ÎSLAMÊ DÛR BÛNE’
Erdem da zanîn ku ev pêkanîn ji dûrbûna Îslamê ye û wiha got: “Yên ku ji wecîbeyên olî yên cenaze re dibin asteng, beşdariya malbatê ya merasîman asteng dikin ji Îslamê dûr bûne. Divê Misilmanek li Misilmanek zilmê neke. Cihê şînê jî parçeyek wecîbeyên olî ye. Ev di Îslamê de dilê xwediyê cenaze tê şikandinê ye. Cihê van pêkanînan di dînê Îslamê de tune ye.”
MA / Ozgur Paksoy