ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê, ji ber barana zêde, hemû rê dibin avê de man. Li dehan malan xesara madî çêbû û 2 welatiyên di wesayîda ber avê ketin de jî, jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di saetên şevê de ji ber barîna baranê ya zêde jiyana rawestiya. Ji ber barîna baranê ya bi saetan, ceyranên gelek taxan qût bûn. Hema bêje hemû rêyên ji aliyê qeyûm ve hatibûn nûkirin û tim propagandeya wan dikir, dibin avê de man. Ji ber ava bilind bû, gelek wesayîtên welatiyan di rêyan de asê man û gelek welatiyan nekarin biçin malên.
BI DEHAN MAL DIBIN AVÊ DE MAN
Bi taybetî li taxên Konak, Nûr, Şah û Cûdî yên Cizîrê, bi dehan mal dibin avê de man. Boriyên kanalîzasyonê teqiyan, di malên behsa wan tên kirin de jî xesara madî çêbû. Dîsan li taxa Konak, welatiyên wesayîta wan ber avê ket, bi derkefên xwe, xwe ji xeniqandinê rizkar kirin.
2 KESAN JIYAN XWE JI DEST DAN
Di heman demê de hat diyar kirin ku wesayîta melayekê navê wî nehat zanîn ku berî demekê ji bo bajêr tayîna wî hatibû kirin û di wesayîdê hevjîn, dayîk zarokê wî hebûn ber avê ket û heta Çemê Dîcle kaş bû. Hat desnîşan kirin ku mele û zarokê xwe xelas bûn, lê dayîk û hevjîna wî jiyana xwe ji dest dan.
Parlementerê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, li ser hesabê xwe yê medya civakî agahiya vê bûyer parve kir
Li aliyê din, li gelek cihên bajêr ên cuda qezayên trafîqê rû dan.
Li bendê ye ku zirara ji ber barîna baranê ya zêde, dinava rojê de derbikeve holê.