MÛŞ - Cenazeyê Zehra Saglam a ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan li Girtîgeha Oltû çalakî pêk anî û jiyana xwe ji desd da di bin dorpêç û xedexeya polîs û eskeran de spartin axê. Eskeran parlamenter asteng kirin û tenê destûr da ku malbat beşdar bibin.
Girtiya siyasî Zehra Saglam a li Girtîgeha Tîpa T a Oltu ya Erziromê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya fedayî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Jendermeyan cenazeyê Saglam ji Saziya Tipa Edlî ya Erzîromê revandin û anîn gundê Xinzorê yê Mûşê. Walîtiya Mûşê ketin û derketina gund qedexe kir. Piştî qedexeyê polîs û jendermeyan bi wesayitên zirxî rêya gund girtin. Esker û polîsên gund dorpêç kirin, destûr nedan wekîlên HDP'î û gel tevlî merasîma veşartina cenaze bibin. Eskeran tenê destûr da ku çend kesên ji malbatê tev li definkirina cenaze bibe. Malbatê cenazeyê Saglam di bin dorpêçiya eskeran û maşineyên zirxî ya gund û goristanê de spartin axê.
Cenazeyên Zulkuf Gezen û Ayten Beçet yên li girtîgehê tecrîd şermezar kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn jî hatibûn revandin û di bin dorpêça polîsan de defin kiribûn.