WAN - Hevserokê HDP’ê yê Giştî Sezaî Temellî li Ebexê xîtabî gel kir û bal kişand ser Ayten Beçet a ji bo şermezarkirina tecrîdê dawî li jiyana xwa anî û got: “Ez bang li gelên Tirkiyeyê dikim, ger hûn îro bêdeng bimînin, gunehê mirovên ji nava me biçin dê stûyê we de be. Dem mirovek winda bû, wê demê mirovahî dimire.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, piştî hevdîtina gel a li navçeya Bêgirî ya Wanê, derbasî navçeya Ebexê bû. Di hevdîtina gel a Ebexê de, dest pêkê Namzetên Hevşaredariyê Farûk Demîr û Leyla Atsak gel silav kirin.
Dûre Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî xîtabî gel kir û derbarê girtiya 24 salî Ayten Beçet a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî de axivî. Temellî, diyar kir ku dawî li tecrîda mûtlaq a li ser Bêrêz Ocalan bînin û wiha axivî: “Heta ku pirsgirêka gelê Kurd neyê çareser kirin, dê bêhiqûqî û bêedaletê belav bibe. Heta ku hûn xemsar nêzî vê têkoşîna bi rûmet bibin, dê mirovên me jiyana xwe ji dest bidin. Mirovên hêja benda xwe ji bîrçîbûnê re razandine. Êdî em naxwazin miroveke em bi tenê jî jiyana xwe ji dest bide. Di hefteya bihurî de Zulkuf Gezen û îro jî li Girtîgeha Gebze Ayten Beçet dawî li jiyana xwe anîn. Ev 136 rojin em bang li Wezareta Dadê dikin. Em dibêjin dawî li vê bêhiqîqî û bêedaletiyê bînin. Lê ne Wezareta Dadê û ne jî desthilatdar van bangê me seh nakin. Ayten Becet ji bo daxwazên çalakgerên di grevên birçîbûnê dene bên qebûlkirin, dawî li jiyana xwe anî. Ji bo vê dibêjim deng bidin vî dengî. Li hemberî van canên ji nava me diçin, bêdeng nemînin. Ez bang li gelên Tirkiyeyê dikim, ger hûn îro bêdeng bimînin, gunehê mirovên ji nava me biçin dê stûyê we de be. Dema mirovek winda bû, wê demê mirovahî dimire.”
Temellî, dê di saetên şevê de, beşdarî civîna danasîna projeyên namzetên Hevşaredarên Rêya Armûşê bibe.