STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê bi armanca girtiyên nexweş bên berdan, di hefteya 365'emîn de çalakiya "Rûniştina F" li dar xistin û di çalakiyê de hat xwestin ku girtiyê nexweş Selamî Keleş bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo girtiyên nexweş bên berdan, di hefteya 365'emîn de çalakiya Qada Galatasarayê ya "Rûniştina F" li pêş ÎHD'ê ya Stenbolê li der xistin. Komîsyonê xwest li Qada Galatasarayê çalakiya xwe bidomîne, lê ji ber ku polîsan qad dorpêç kiribû, li pêş avahiya ÎHD’ê ya li Taksîmê pêk anîn. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin rakirin û pankarta “Bila girtiyên nexweş berdin" û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" hat vekirin. Çalakgeran di vê hefteyê de xwestin girtiyê nexweş Selamî Keleş bê berdan.
Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyaniya vê heftê da û wiha axivî: “Di hefteya derbas bûyî de Zulkuf Gezen ji bo şermezarakirina tecrîdê dawî li jiyana xwe anî û îro jî Ayten Beçet li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebze bi heman armancê dawî li jiyana xwe anî.” Onaran, bertek nîşanî helwesta hikumetê da û got: “Girtî li dijî bêdengiya hikumet bi vî awayî bertekên xwe nîşan didin. Ev yek fikaran zêdetir dike. Divê hikumet demildest gav bavêje.”
Onaran, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Selamî Keleş û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nexweşiyên epîlepsî û şîzofrenîk a giran ên Keleş hene. Nikara li girtîgehê jiyana xwe berdewam bike. Em dixwazin Keleş demildest bê berdan.”
Di dawiya çalakiyê de, dirûşmeyên “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibin”, “Bêdeng nemîne, nebe hevkarê sûc” hatin berzkirin.