DÊRA ZOR - Piştî QSD'ê DAIŞ li Baxoza Dêra Zorê têk bir, li Heqil Umer a Dêra Zorê çave hemû cîhanê li biryara dîrokî ye. Li bendê ye ku QSD, YPJ û YPG biryara têkçûna DAIŞ`ê ragihînin. Fermandariya Giştî ya QSD`ê dê daxuyaniyekê bide.
Tevahî cîhan li hêviya daxuyaniya QSD`ê ye ku tê de têçûna DAIŞ`ê bi temamî ragihîne. Fermandariya QSD`ê wê li Heqil Umer a Dêrazorê daxuyaniyê bide. Li qada ku daxuyanî lê bê dayîn, wêneyên şervanên ku di pêngavên QSD`ê de li dijî çeteyên DAIŞ`ê jiyana xwe ji dest dane, hatine daliqandin. Fermandar û şervanên QSD`ê, berpirsên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên partiyên siyasî û rûspî û şêxên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê beşdarî xwendina daxuyaniyê bibin.
Hêzên QSD'ê li herêma Baxozê ya Bajaroka Hecîn a Dêra Zor'ê di pêngava "Bagera Cizîrê" de dawî li hebûna eskerî ya DAIŞ'e anî. Hêzên QSD'ê dê tevî hêzên navneteweyî yên koalisyonê daxuyaniyê bide. Di daxuyaniyê de
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Ebdi, hevparên QSD'ê, nûnerên koalisyonê serokeşîrên ereb ên mezin, Rêveberiya Xweser a Sûriyeya Bakur û Rojhilat dê tevli daxuxaniyê biinbin Daxuyanî dê bu kurdî, tirkî û îngîzîlî bê kirin.
Tê payîn ku QSD di nava çend saetan de daxuyaniye bide û biryara têkçûna DAIŞ'ê ragihîne.
MA / Nazım Daştan