ÊLIH - Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Bajaroka Awiskê ya Êlihê Osman Karabulut, diyar kir ku armanca wan a sereke projeyên wan ên ji ber qeyûm tayîn kirin nîvco mabûn temam bikin e. Namzet Hatice Taş jî anî ziman ku armanca wan a sereke cihê ku jin lê azad xwe hîs bikin û bi afirînin ava bikin.
Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bajaroka Awiskê ya Êlihê Hatice Taş û Osman Karabulut, xebatên hilbijartinê û armancên xwe parve kirin. Taş, diyar kir ku ji salên 1992'an de siyaset nas kiriye û wiha got: "Dema birayê min Necmettin Tural li Girtîgeha Êlihê di grevê birçîbûnê de bû, ez çûm ziyareta birayê xwe û tev li xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) bûm. Ji wê demê heta niha hemû çalakiyên grevê li dijî zext û zordariyê ye. Bi salan berê min ev tevger û partî nas kir. Îro ez ji bo hevşaredariyê bûme namzet. Di siyaseta me de gelek pêşketin çê dibe. Lê li Tirkiye û cîhanê zêde pêşketin tune. Em bawer dikin ku di 31'ê Adarê de gelek tişt dê bi HDP'ê dest pê bike."
Taş, anî ziman ku wekî gelek cihan li Awistê jî qada jin lê azad tev bigerin û azad bi afirînin û pergala azadiya jinê kêm e û wiha got: "Her çend bajaroka Awiskê di qada têkoşîna azadiyê de cihekî girîng bigire jî dîsa pergala azadiya jinê baş nehatiye rûniştandin. Em nikarin bêjin jin li vir tam azad in. Ji bo jin azad tev bigerin em dê di nava hemû qada jiyanê de pergala hevjiyana azad pêş bixin. Ji qada aboriyê bigire heta qadên civakî û perwerdehiyê em dê projeyên xwe yên pergala azadiyê têxin meriyetê. Jin dê azad tev li xebatên çandî û civakî bibin. Dîsa dê azad tev li xebatên aborî bibin. Em dê ji bo jinan bazarê sempan vekin. Em dê parka jinan ava bikin. Em dê bi dengê herî zêde bersîvê bidin Qeyûm û qeyum bişînin.
QEYÛM TU TIŞT NEKIRIYE
Namzetê HDP'ê yê Awiskê ya Êlihê Osman Karabulut jî anî ziman ku piştî qeyûm tayînî vir bû tu tişt nekiriye û wiha got: "Ji xwe qeyûm tu tişt li vir nekiriye. Gelek pirsgirêkên bajarokê hene. Ez serdema berê şaredarê vir bûm. Lê qeyûm tayînî şûna min kirin. Piştî qeyûm hatin projeyên me nîvco man. Ez dê projeyên ku nivco mane temam bikin. Ez dê li vir fabrîqeya kevirê parke ava bikim. Em dê bi keviran hemû kolanên xwe ji heriyê xelas bikin. Piştî 31'ê Adarê em dê xebatên xwe berdewam bikin. Pirsgirêka herî mezin xizmeta binesaziyê û îmarê ye. Gelek karê me heye. Em dê berê pirsgirêka rê, kanalîzasyon û avê çareser bikin. Piştre em dê plana îmarê çêkin. Berî her tiştî em dixwazin dawî li hişmendiya qeyûm bînin û bi gel re ava bikin."
MA / Metin Yoksu