STENBOL - Îhsan Sînmîş ku piştî hat berdan çalakiya xw eya greva birçîbûnê li malê didomne got: "Li wir 90 roj in hevalên min di greva birçîbûnê de ne. Ma ez ê çawa xwarinê bixwim. Ez ê jî hte adawiyê çalakiya xwe li malê bidomînim. Kesên van zext û zoriyan qebûl bikin, her tiştî qebûl dikin."
Di 28'ê Adara 2018'an de qeyûm tay,n, Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaaya Gunê hatibû kirin. 23 xebatkarên matbaayê hatibûn binçavkirin û yek ji van kesan jî Îhsan Sînmîşê 55 salî bû. Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal û 2 meh ceza lê birîbû û ew berdabû. Sînmîş, di 1'ê Adarê de li Girtîgeha Sîlîvriyê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştî hat berdan niha çalakiya xwe li mala xwe didomîne.
‘HETA DAXWAZ NEYÊ QEBÛLKIRIN...'
Sînmîş, destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de tevahiya Rojhilata Navîn û kurd tên tecrîdkirin û ji bo daxwaza wan bê qebûlkirin ew di greva birçîbûnê de ye. Sînmîş, bilêv kir ku mafên girtiyan çi bin ên Ocalan jî ew in û ev maf mafên bingehîn in.
Sînmîş, anî ziman ku li Tirkiyeyê tecrîd bûye sedema nêvengeke aloziyî, lê belê wexta hevdîtin bi Ocalan re bê çêkirin wê ev nêvenga alozî ji holê rabe. Sînmîş, anî ziman ku li Rojilata Navîn û Tirkiyeyê aştî girêdayî Ocalan e û got: "Her tişt girêdayî hevdîtineke bi Ocalan, bi daxuyanî û talîmateke wî ve girêdayî ye. Eger hevdîtinek Tirkiye, Sûriye, Irak û Rojhilat Navîn rihet bibe."
‘ÎDARE PÊDIVIYAN BI CIH NEDIANÎ'
Sînmîş, bi bîr xist ku niha bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne û îdareya girtîgehê pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de bi cih nedîanî. Sînmîş, anî ziman ku îdareya girtîgehê bi awayekî qismî hin pêdivî bi cih dianîn, lê belê di demên dawî de ew jî nedidan û got: "Niha 80-90 roj in hin heval di greva birçîbûnê de ne. Pr zihîf bûne. Vîtamîna B1 nadin girtiyan. Ji bo hebên vîtamînê bidin me daxwazname dinivîsand. Lê ancax piştî du sê hefteyan şûnde didan û car hebû qet nedidan. Wexta dihatin dayîn jî ji dêvla vîtamîna B1, vîtamîna B12 didan."
LI QAWÎŞÊN 8 KESÎ 42 KES
Sînmîş, bilêv kir ku girtiyên ji zûv de di greva birçîbûnê de ne nikarin tiştekî bikin û got: "Êdî hem deng hem jî ronahî hevalan nerihet dike. Her wiha cihê me jî pir teng bû. Kapasîteya qawîşê 8 kes bû. Lê em 42 kes lê diman. Niha 24 kes di qawîşê de ne. Nivîn heta ber deriyê tuwaletê jî dihatin raxistin. Me nikaribû paqijiyê bike."
20 ROJAN CAREKÊ SERÊ XWE DIŞÛŞTIN
Sînmîş, bilêv kir ku wan bi xewliya şil hevalên di greva birçîbûnê de bûn paqij dikirin û 20 rojan carekê serê wa dişûştin û got: "Wexta me ev dikir, me nedihişt heval biwestin. Xweşikî me nikaribû bi hevalan re xeber bide. Wexta em diaxivîn, me pir deng dernedixist, da nerihet nebin. Pir hesas bûne."
‘DIVÊ TU KES VÊ ZILMÊ QEBÛL NEKE'
Sînmîş, diyar kir ku piştî hatiye berdan ew li malê çalakiya xwe didomîne û got: "Li wir 90 roj in hevalên min di greva birçîbûnê de ne. Ma ez ê çawa xwarinê bixwim. Ez ê jî hte adawiyê çalakiya xwe li malê bidomînim."
Sînmîş, diyar kir ku ji bo grevên birçîbûnê civak pir bêdeng maye û got: "Eger ev çalakî li devereke din a cîhanê bûna niha erd hejiyabû. 10 hezar mirov di greva birçîbûnê de ne. Lê deng ji kesî dernakeve. Di çapemeniya tirkî de gotinek jî nayê kirin. Ên dixaivin jî digirin. Mirov pir tirsandine. Êdî kes newêre biaxive. Lê belê kesê dibêjin em mirov in divê zê zilmê, van zext û zoriyan qebûl neke. Kesên van zext û zoriyan qebûl bikin, her tiştî qebûl dikin. Divê çi hikûmet be, çi nivîskar, çi rewşenbîr û çi jî partiyên siyasî bin ji xwe bipirsin û bifikirin ka ev mirov ji bo çi ketine greva birçîbûnê. Kes jixwe ber nakeve greva birçîbûnê."
Sînmîş, peyama hevalên xwe yên girtîgehê jî bi raya giştî re parve kir: "Heta gelê me li pişta me be, wê kes nikaribe bime. Em ê tevî gelê xwe heta dawiyê bitêkoşin. Encam çi dibe bila bibe em ê tecrîdê bişikînin. Em ê tecrîdê bi dawî bikin."
MA / Ferhat Çelik