AMED – Wezîre Karên Hundir Suleyman Soylu, aşkere kir ku wî ferman daye Midûrê Polîsan ê Amedê ku destûr nedin parlamenterên HDP'ê tev li merasima Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê çalakî pêk anî, bibin.
Zulkuf Gezen, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê çalakî pêk anîbû û jiyana xwe ji dest dabû. Dema malbatê cenaze ji Tekîrdagê anîn Balafirgeha Ataturk a Stenbolê, poîsan di şeva 18'ê adarê de cenaze ji malbatê revandibû û bi awayekî korsan defin kiribûn. Midûriyeta polîsan destûr nedabû ku malbat û parlamenterên HDP'ê tev li merasimê bibe. Roja dîn ji dema hevserok û parlamenterên HDP'ê xwestin biçin goristanê ziyaret bikin dîsa polîsan destûr nedabû ku parlamenter biçin ser gora Zulkuf Gezen.
SOYLU: MIN FERMAN DA
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, duh li Nevşehirê tev li mîtînga AKP'ê bû û aşkere kir ku wî ferman daye Midûriyeta Polîsan a Amedê û xwestiye parlamenterên HDP'ê tev li merasimê nebin. Soylu parlamenterên HDP'ê wekî “wekîlên PKK’ê' pênase kir û wiha got: “Ez ji vana re navêjim wekîl. Ev wekîlên PKK'ê ne. Ev robotên Kandilê ne. Rojên borî li girtîgehê terorîstek mir. Wan xwest li Diyarbakırê cenazeyê terorîst pêşwazî bikin û defin bikin. Ez li Midûrê polîsan ê Diyarbakerê geriyam. Min got 'Divê hûn wan nêzî balafirgehê jî nekin. Hûn kesî heta 1 kilometre jî nêzî goristanê nekin."